'Penabertiya li ser axa xwe rewşeke dijwar e'

  • 09:11 20 Hezîran 2020
  • Rojane
Ferîde Zade 
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê ku ji ber êrîşên dewleta tirk koçî Şehbayê bûne, di derbarê Roja Penaberan a Cîhanê de anîn ziman ku ew di bin şerdên dijwar de têkoşîna jiyanê didin û wiha gotin: "Em ji ber dagirkeriya dewleta tirk ji neçarî koçberî Kantona Şehbayê bûn. Di encama êrîş û qirkirina dewleta tirk de em li ser axa xwe bûn wekî penaberan."
 
Di 20'ê Hezîrana  2000'an de ji aliyê neteweyên yekbûyî ve 20'ê Hezîranê weke Roja Penaberan a Cîhanê hat pejirandin. Di sala 2001'an û şûn de roja 20'ê Hezîranê weke Roja Penberan a Cîhanê tê bîranîn. Bi boneya raya giştî ya cîhanî û mirovahî bi rewşa kesên ku ji welatê xwe bi darê zorê tên koçberkirin haydar bin roja 20'ê Hezîranê weke Roja Penaberan a Cîhanê ji aliyê neteweyên yekbûyî ve tê pejirandin.  Ji sala 2011'an ve bi destpêkirina aloziyên navxweyî yên Sûriyeyê re, koçberiya li herêmê jî dest pê kir. Di destpêka sala 2012'an de  bi êrîşên çeteyên El-Nûsra re pêla koçberiyeke zêde li Sûriyeyê dest pê kir. Di destpêka sala 2014'an de jî çeteyên DAIŞ'ê êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin, gelê herêmê neçarî koçberiyê hatin kirin. Di sala 2018'an de dewleta tirk û hevkarên wê êrîşî Herêma Efrînê kirin. Gelek welatiyên Efrînê di komkujiyan re hatin derbaskirin û niştecihên herêmê neçar man koçî Kantona Şehbayê bibin. Bi pêşengtiya Rêveberiya Xweser gelê herêma Efrînê li kampên Serdem, Berxwedan û Vegerê hatin bicihkirin. Niha jî gelê herêmê li van kampan jiyana xwe di nava koçberiyê de didomînin. Girêdayî koçberiyê jinên Efrînê nêrîna xwe parve kirin.
 
'Penabertiya li ser axa xwe rewşeke dijwar e'
 
Jina bi navê Mûne Birîm di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser koçberiyê û wiha domand: "Dewleta tirk û çeteyên wê di sala 2018'an de êrîşî Efrînê kirin û di encamê de gelên resen ên Efrînê koçber bûn û em niha li Şehbayê bi cih bûn. Di cîhanê de her serdemekê de penabertî tê jiyîn, mîna şerê cîhanê yê yekem û duyemîn. Di roja îro de jî li Sûriyeyê şerê cîhanê ya sêyem tê jiyîn. Penabertiya li ser axa xwe rewşeke dijwar e. Di rewşên penabertiyê de em gelek zehmetiyan dijîn, lê belê bi alîkarî û pêşengtiya Rêveberiya Xweser tê jiyîn. Gelê Efrînê yên ku li kampan dijîn bi armanca vegera Efrînê hemû astengiyan derbas dikin."
 
'Efrîn wê her a gelê Efrînê be'
 
Jina bi navê Emîne Mihemed Abdo jî ser koçberiyê wiha got: "Piştî êrîşên dewleta tirk em neçarî koçberiyê bûn. Hatina me ya Şehbayê di destpêkê de gelek zor û zehmet bû, ji ber ji axa xwe dûr ketin gelek bi êş e. Paşê hêdî bi hêdî kamp hatin avakirin, di kampên me de ji 366 gundan gel li hev civiyane û me biryara domandina jiyanê da. Di nava civata me ya kampê de alîkarî, famkirin û feraset heye, ev jî dihêle ku em bi rihê berxwedanê têkoşîna xwe mezin bikin. Niha di kampan de sîstema netewa demokratîk hatiye avakirin û hemû gel di nava sazî, meclîs û komînan de cihê xwe digirin.  Em weke gelê Efrînê bi çandiniyê tên nasîn û niha jî me wargehên xwe bi şînkahiyê xemilandiye.  Efrîn wê her a gelê Efrînê be, tu rewşên penabertiyê li pêşiya me nabe asteng, hêviya me ew e ku di zûtirîn demê de em vegerin li ser axa xwe. "
 
'Dermana êşa me vegera Efrînê ye'
 
Jina bi navê Emîne Hisên Qenber jî balkişand ser zehmetiyên koçberiyê û wiha got: "Piştî Efrîn hat dagirkirin em niha li Şehbayê jiyana xwe didomînin. Gelek zehmetî hene ku mirov nikare bi nav bike. Yek ji wan bêrîkirina axa xwe ye. Herî zêde em di demsala zivistanê de zehmetiyan dijîn, ji ber gelek baran dibare û ev jî dihêle ku herî çêbibe. Niha bi alîkariya Rêveberiya Xweser me jiyana xwe bi rêxistin kir û aramanca me jî vegera Efrînê ye. Di kampên me de rihê komînal û jiyana wekhev derdikeve holê. Astengiya ku em dijîn ew jî dûrbûyina ji axa xwe ye. Em di her kêliya jiyana xwe de vê êşê dijîn û dermanê vê êşê jî vegera Efrînê ye."