Di dosyaya êrîşa zayendî de salek û 2 meh e pêşketin tune ye

  • 09:03 20 Hezîran 2020
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Di ser lêpirsîna derbarê mêrê bi navê B.E'yê li dibistanê li 50 zarokan êrîşa zayendî kiribû re  salek û 2 meh derabs bû, lê hîna derbarê dosyê de tu pêşketin tune ye. 
  
Li navçey Cizîrê ya Şirnexê li Lîseya Anadoluyê hatibû aşkerakirin ku mêrê bi navê B.E. ku 4 sal e li dibistanê peywirdar û di heman demê de nûnerê dibistanê yê  Egitîm Bîr - Sen a ku Girêdayî Memur - Senê ye nêzî 50 xwendekar bi peyamên li ser telefonê şandin bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştibûn.  5 xwendekarên ku peyam ji wan re hat peyamên hatin jê nebirin û bi rêveberiya dibistanê re parve kiribûn.  Di dema serlêdanê de xwendekaran diyar kiribûn ku ji van peyaman ji hin hevalên wan ên din re jî hatine şandin lê ew ji ber zextên ku dibe li wan bên kirin bêdeng mane. Herwiha xwendekaran dabû diyarkirin ku hin xwendekarên din jî li dibistanê bi êrîşa zayendî ya fîzîkî a heman kesî re rûbirû hatine hiştin.  Piştî ku bûyer hat aşkerakirin Muduriyeta Perwerdeya Millî diyar kiribû ku wan B.E. ji peywirê dûr xistiye.  
 
Êrîş 12 rojan hatiye berdewamkirin
 
Piştî ku mufetiş hatin li  heman lîseyê lêkolîn kirin û bi xwendekaran re cuda cuda axivîn, diyar kirin ku nêzî 50 xwendekar bi êrîşa zayendî re rûbirû hatine hiştin û di pêvajoya wan 12 rojên lêpirsîna ku ji aliyê rêvebiriya dibistanê ve hatibû destpêkirin de jî gûmanbar êrîşa xwe berdewam kiriye.   
 
Tu pêşketin tune ye
 
Piştî bûyer derket holê derbarê B.E. de lêpirsîna edlî û îdarî hatibû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Wezareta Perwerdeya Millî ve hatibû destpêkirin B.E. ji peywirê hatibû dûrxistin û li ser îfadeyên xwendekarên ku bi êrîşê re rûbirû mabûn sewqî Lîjneya Dîsîplîna Bilind hatibû kirin. Piştî temamkirina lêpirsîna ku hatibû destpêkirin, Lîjneya Dîsîplîna Bilind biryara xwe ya derbarê B.E. de aşkera kir û ji bo B.E. tenê cezayê salekê "payeya wî neyê zêdekirin" guncav dîtibû. Lê piştre kiryar tayînê dibistaneke Stenbolê hatibû kirin. Ji ber dosyeya lêpirsînê de biryara “veşartinê” heye kes nikare xwe bigihîne agahiyên di naveroka dosyayê de. Lê belê gelek balkêşe ku li gel di ser bûyerê re salek û 2 meh derbas bû jî hîn di dosyeyê de tu pêşveçûyîn tuneye û doz nehatiye vekirin. Ev jî di serê mirov de pirsa, ne encam kirina lêpirsînê tê wateya ji bo tûnekirina delîlan gelo?     
 
‘Ev rewş li ser zarokan bandora neyînî dike’
 
Sekretera Jin a Egîtîm-Sen’a Şirnexê Serap Ok ku şopdarê bûyerê ye anî ziman ku li gel di  ser bûyerê re salek û 2 meh derbas bûye jî di dosaya lêpirsînê de hîn tû pêşketin tune ye. Serapê, got ku ji ber li er dosyeyê biryara veşartinê heye ew nizanin lêpirsîn di çi astê de ye û wiha got: “Ji ber di ser lêpirsînê re demek ev qas dirêj derbas bû vê li ser xwendekarên me û malbatên wan  bandora neyînî kir. Ji ber kiryar cezayê pêwîst nagire baweriya zarokan û malbatên wan a bi edaletê jî tune dibe û em dibînin ku ditirsin. Lê belê Mudîriyeta Perwerdehiyê ya Millî cezayê salekê rewastandina payeya kiryar gûncav dît û ji aliyê edlî ve jî di lêpirsînê de tu pêşketin tûne ye.”   
 
‘Em ê bibin şopdarê bûyerê’
 
Serapê, di dawiya axaftina xwe de got ku bi dirêjbûna lêpirsînê re dixwazin ser bûyerê bigirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em nizanin ku kiryar B.E. çawa tayînê Stenbolê hatiye kirin. Em nizanin ne ku bi biryara wezîr an jî dadgehê hatiye tayînkirin. Ji ber pêvajoya hiqûqê ev qas dirêj bû û ew kes nayê ceza kirin, polîtîqaya bêcezabûnê tê bîra mirovan. Lê belê em ê bibin şopdarê vê bûyerê. Em ê nehêlin ku ser bûyerê bê girtin.”