Sûcê êrîşa zayendî zêde bûye

  • 12:49 19 Hezîran 2020
  • Rojane
ENQERE - Li gorî istatistîkên edlî ku Wezareta Dadê weşandin, sûcê êrîşa zayendî yê li dijî zarokan li gorî 8 salên dawîn gelek zêde bûye. Li gorî daneyan, li dadgehên ceza di sala 2019'an de ji ber vî sûcî 28 hezar û 360 doz hatine vekirin û ji sedî 55'ê van dozan bi mahkûmbûnê bi encam bûne.
 
Wezareta Edaletê, istatistîkên edlî yên sala 2019'an ên derbarê êrîşên zayendî de aşkera kirin. Li gorî van istatistîkan, li Tirkiyeyê di sala 2019'an de bi giştî derbarê 13 milyon, 562 hezar û 961 kesî de bi îdaya gumanbariya vî sûcî lêpirsîn hatiye destpêkirin. Herwiha hejmara kesên gûmanbarên sûc li di dosyayên Serdozgeriya Komarê de jî li gorî sala 2012'an ji sedî 57 zêde bûye. Ev kesên gûmanbar ji sedî 85 mêr, ji sedî 15 jî jin in.
 
Li dadgehên cezayê di sala 2019'an de bi giştî 11 hezar û 244 sûcên êrîşa zayendî dozên wan bi encam bûne. Li gorî sala 2018'an de li van sûcan  846 sûcên din zêde bûne û ji vê hejmarê jî ji sedî 50,6 bi mahkûmbûnê bi encam bûne. Daneyên herî başkêş jî yên derbarê êrîşên zayendî li dijî zarokan de ku zêde bûne. Li gorî van daneyan, di sala 2019'an de di çarçoveya êrîşên zayendî li dijî zarokan de, bi giştî 28 hezar û 360 doz hatine dîtin. Li gorî vê hejmara sûcên ku hatine kirin bi giştî 22 hezar ^u 689 ê.  19 hezar û 936 dozên êrîşa zayendî yên li heber zarokan hatine dîtin bi encam bûne. Li gorî van daneyan sûcê êrîşa zayendî li dijî zarokan di sala 2019'an de ji sedî 50 zêde bûye.