Li 15 gund û gundikên Bedlîsê qedexe hat îlankirin
- 12:36 19 Hezîran 2020
- Rojane
BEDLÎS - Bi hinceta operasyonên leşkerî li 15 gund û gundikên Tetwanê qedexe hat îlankirin.
Bi hinceta operasyona leşkerî gundên Kilikli, Kepenek, Sûboyû, Dîrlîk, Aktoprak, Donertaş, Boblesur, Sallica, Teknecîk, Beşîklî, Saridal, Yorgalar, Yûmrûkay, Ûçankûş, Çorekli û gundikên girêdayî wan ên navçeya Tetwana Bedlîsê li derketina derve qedexe kirin.
Hat diyarkirin ku qedexeya hat îlankirin, heta hişyariya duyemîn wê dewam bike.