Heyeta HDP'ê bi dirûşman ji Amedê hat oxirkirin

  • 11:59 19 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - Heyeta HDP'ê ya ji Colemêrgê bi rê ket û hat Amade, îro li gel astengiya polîsan bi dirûşman ber bi Edenê ve hat oxirkirin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji Colemêrg û Edîrneyê Meşa Demokrasiyê ber bi Enqerê ve da destpêkirin vê meşa xwe berdewam dike. Heyeta ku meşa xwe di 15'ê Hezîranê de ji Colemêrgê da destpêkirin di 17'ê Hezîranê de gîhabû Amedê û bi coşeke mezin hatibû pêşwazîkirin. Heyet piştî ku duh li Amedê bi gel, saziyên sivîl û rêxistinên siyasî re hevdîtin kir, îro bi dirûşman ji Amedê ber bi Edeneyê ve hat oxirkirin. 
 
Qda ku heyet jê hat oxirkirin di saetên serê sibehê yên zû de ji aliyê polîs û wesayitên zirxî ve hat dorpêçkirin. Polîsan kesên ku xwestin konvoyê rê bikin li dervî qadê hişt û parlamenter jî hatin dorpêçkirin. Heyet li gel hemû astengiyan ji aliyê şêniyên Amedê ve bi girseyî û bi dirûşman hat oxirkirin.