Li Mexmûrê 1'emîn turnûvaya voleybolê ya jinên ciwan dest pê kir

  • 09:28 19 Hezîran 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 1'emîn turnûvaya voleybolê ya Şehîd Zîlan a Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê dest pê kir. 
 
Bi pêşengiya Meclîsa Jinên Ciwan a Şehîd Axîn li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 1'emîn turnûvaya voleybolê ya Şehîd Zîlan a Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê dest pê kir. Turnûvaya voleybolê ya jinên ciwan ji 10 tîman pêk tê. Berî tûrnûva dest pê bike deqeyek rêz ji bo têkoşerên azadiyê hat girtin. Axaftina vekirinê ji aliyê Berdevka Meclîsa Jinên ciwan Mizgîn Kara ve hat kirin.
 
'Jinên ciwan dikarin xwe di hemû milan de pêş bixin'
 
Mizgîn Kara li ser turnuvaya voleybolê wiha got:"Em xêrhatina we hemûyan dikin. Îro yekemîn turnuvaya Şehîd Zîlan me daye destpêkirin. Me xwest bidin nîşankirin ku jinên ciwan di hemû aliyan de  xwe dikarin pêş bixin û di hemû milan de pêşengtiyê bikin. Îro du tîmên me yên bi navê Şehîd Delîla û Şehîd Delal Amed li vir amade ne. Em xêrhatina wan dikîn û serkeftin ji wan re di xwazin."