Nobedarên rayeyên wan hatin berfirehkirin, sîcîla wan tije ye

  • 09:09 19 Hezîran 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 11’ê Hezîranê de Qanûna Nobedarên Tax û Sûkê ji Lijneya Giştî ya Meclîsê derbas bû û di 18’ê Hezîranê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Jin û aliyên muxalîf beriya qanûn bê derxistin jî fikarên xwe yên li dijî şîdeta nobedar û polîsan anîbûn ziman.
 
Di 15’ê Tîrmeha 2016’an de piştî hewldana darbeyê şûnde di 2017’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê ya hejmar 690'an nobedarên nû girtin ser kar. Di 11’ê Hezîranê de jî ÇMB ya ku anîn meclîsê jî pêşniyara berfirehkirina rayeyên nobedaran dikir û ev di Lijneya Giştî ya Meclîsê de hat qebûlkirin.Qanûn di 18’ê Hezîranê de jî di rojnameya fermî de hat weşandin û ket meriyetê. Bi qanûnê re wê ÇMB bikaribe mudaxaleyên meş û xwepêşendanan, di rewşên biguman de kesan bidin sekinandin û mudaxaleyê kesan bikin.
 
Li gorî daneyên 2019’an yên Wezareta Karên Hundir, ji 323 hezar û 842 personelên emniyetê 307 hezar û 813 heb di bin ‘xizmeta emniyetê’ de peywirê dikin. Ji vê jî 21 hezar û 319 heb nobedarin. Li gorî daneyên Enstîtuya Lêkolîna Stratejîk a Navneteweyî ya di cotmeha 2019’an de hatiye weşandin, hejmara leşkerên  Hêzên Çekdarî ya Tirk 512 hezar e.
 
Gumanbarên gelek bûyerên şîdetê ne
 
Polîs û nobedarên ku gumanbarên gelek bûyerên şîdetê ne, rayeya wan hat zêdekirin û ev jî muxalefet û jinan dike fikaran. Hinek bûyerên şîdetê ku dibin çavkaniya fikaran wiha ne:
 
*Li Antalyayê di şeva 9’ê Çile de nobedaran şîdet li jinek trans kirin. Jina trans li qerekolê ji ber darbeyên ji serê xwe girt, rakirin nexweşxanê. Jinê ji nexweşxanê rapora derbê girt. Şîdet ji aliyê hevala jinê ve hatibû teşhîrkirin.
*Li navçeya Etîmesgut a Enqereyê di 17’ê Gulanê de nobedaran şîdet li kesê bi navê Serkan ku ji bo çopê bavêje derketibû derve, kirin. Dîmenê derbkirinê derketibûn holê.
 
*Jina bi navê P.K ji bo ku mêrê ku ew tacîz kiribû gilî bike çû Navenda Polîsan a Cebecî Şehît Bîrol Oztekîn û dema û kar dihat kirin, nobedarê tavê wê fêr kir. Nobedar A.Y.C jin tacîz kir. P.K der barê nobedar de gilî kir. Di îdianameyê de der barê gumanbar de ji 6 mehan heta 3 salan ceza tê xwestin.
 
*Li Beyogluya Stenbolê di 30’ê Çile de jina trans ya bi navê Ada, rastî êrîşa gotinî ya polîsan hat. Polîsan Ada derb kirin û binçavkirin.
 
*Li Polatli ya Enqereyê di 22’ê Nîsanê de du nobedaran, du gundî bi hinceta ku nasnameya xwe nîşan nedane bi çekê derb kirin.
 
*Li Nisêbîn a Mêrdînê li taxa Firat li etaba 7’emîn a TOKÎ di 24’ê Nîsanê de polîsên dewriyeyê digeriyan, êrîşê zarokên li derve kirin. Polîsan zarokek derb kirin û binçavkirin.
 
*Li Cizîrê di 29’ê Nîsnê de polîsan beriya fitarê ciwan dan sekinandin û xwestin GBT’ê bikin. Ciwan û welatiyên bertek nîşanê vê dan, rastî êrîşa gaza îsotê ya polîsan hatin.
 
*Li Arnavutkoy ya Stenbolê di 8’ê Gulanê de nobedaran li welatiyekî ku di wesayîta xwe de dora firinê dipa ferz kir ku nasnameyê nîşan bide. Welatiyê ev qebûl nekir, ji aliyê nobedaran ve hat derbkirin.
 
*Li Kadikoy a Stenbolê polîsan di 19’ê Gulanê de şîdet li kuryeyekê kir.
 
*Li taxa Sîlahtaragaya Çorlu ya Tekîrdagê di roja ewil a cejnê de (24 Gulanê) polîsan êrîşê welatiyên li baxçeyê xwe runiştibûn kir.
 
*Li Esentepeya Eyup a Stenbolê di 25’ê Gulanê de polîs û nobedaran Onur, B yê ku ji bo nan bigire derketibû derve derb kirin.
 
*Li Bucaka Burdurê di 27’ê Gulanê de nobedarê bi navê A.U. şîdet li dijî jina bi navê N.A. pêk anî.
 
*Li taxa Balat a Fatîh a Stenbolê di 27’ê Gulanê de polîs û nobedaran çar kes dan sekinandin û nasname kontrol kir. Bi zor lêgerîn kirin. Yên îtîraz kirin jî berovajî hatin kelepçekirin.
 
HDP:Hewldana avakirina hêza paramîlîter
 
Parlamentera Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr di 10’ê Hezîranê de di hevdîtinên qanûnê de ya li Lijneya Giştî ya Meclîsê de, li ser navê koma HDP’ê axivî û diyar kir ku desthilatdarî li gorî xwe hiqûqê ava dike û got: “Tiştên hun bi hêzên xwe, bi polîsên xwe nakin îro hun bi nobedaran dixwazin bikin. Ev bi awayekî aşkera tê wateya hewldana avakirina hêza paramîlîter. Ev wê li her derê mirovan kontrol bike.”