Guler Tunç: Tu êrîş nikare me bide sekinandin

  • 09:05 19 Hezîran 2020
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Gûler Tunç, êrîşên ku li dijî Komelaya Jinan a Rosayê tên kirin şermezar kirin û got ku tehemûla îqtîdara AKP’ê ji berxwedan û têkoşîna jinê re tüne ye û ji ber vê jî êrîş dike û wiha got: “Ew çiqas êrîş bin em ê dîsa di nav komelan û xebatên jinê de cih bigirin. Tu êrîş nikare me bide sekinandin.”
 
Di 22’ê Gulanê de operasyoneke navenda wê Amed hat destpêkirin û di nav de endamên TJA’yê ku di nav wan de endam û rêveberên Komeleya Jinan a Rosayê jî hebûn 18 kes hatin binçavkirin. Piştî binçavkirinên ku hatin kirin, ji bo Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran hepsa malê hatibû dayîn, derbarê 12 jinan de jî biryara girtinê hat dayîn û şandin girtîgehê. Piştî vê oparasyonê dîsa bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê di lêpirsîneke ku hat destpêkirin  di 7’ê Hezîranê de bi ser malan de girtin û endama Komeleya Jinan a Rosayê Suzan Îşbîlen û Gulîstan Nazlier jî tê de 6 kes hatin binçavkirin. Gulîstan Nazlier hat girtin û Suzan Îşbîlen jî bi şertê kontrola edlî hatibû berdan.
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya Navçeya Cizîrê ya Şirnexê Gûler Tunç, êrîşên li dijî Komeleya Jinan a Rosayê hatin kirin nirxand.
 
‘Îqtîdar êrîşî jinan û xebatên wan dike’
 
Gûlerê, êrîşên li dijî komeleya Rosayê û aktîvîstên TJA'yê şermezar kirin û got:" Li Amedê bi tenê saziyeke jinê heye û ew jî di hedefa îqtîdarê de ye. Bi salane ku îktîdara AKP’ê li dijî komeleyên jinan û têkoşîna jinan êrîşan pêk tîne. Komeleya jinan a Rosayê jî sal û nîveke li Amedê hatiye vekirin. Dema ev komele hat vekirin ji bo hemû jinan bû hêvî. Ji ber ku vê komeleyê  ku hatin qetilkirin, rastî tundî û êrîşan hatin veneşartin û bû dengê jinan. Kesên ku îro jinan qetil dikin hevalbendên AKP’ê ne. Ji ber vê jî ji bo ev rastî dernekevin holê êrîşî me dikinî û hevalên me binçav dikin. Tehemûla wan ji hebûna jinê re nîne.”
 
‘Ev komele dengê jinê ye’
 
Gûlerê di dirêjiya axaftina xwe de got ku îqtîdar bi polîtîqayên xwe yên qirêj ve êrîşê destkeftiyên jinan dike û wiha domand: “Mînak gelek komeleyên jinan hebûn û  hemû girtin. Şaredariyên ku me di 31’ê Adarê de bi dest xistin qeyûm tayînî wan hatin kirin. Qeyûman her wiha destkeftên jinan desteser kirin. Komeleya Rosayê di rojên zor û zehmet de tu carî nesekinî çiqasî ji destên wan hat xwe gihandin jinan û bûn dengê wan. Serdema koronayê bandora neyînî li ser jinê kir û tundiya li dijî jinê gelek zêde bû. Komeleya Rosayê jî li dijî pergala baviksalar û tundiyê têkoşîneke mezin meşand. Ji ber ku ev komele dengê jinê ye. Jinên xebatkarên komeleyê di her qadê de bûn dengê jinê.”
 
‘Gulîstan Doku li ku ye ’
 
Gûlerê, balkişand ser naveroka îdîanameya dosyeya jinên hatine girtin a vala û pûçe û ev tiştan anî ziman: “Bi van girtin û binçavkirinan dixwazin ked, têkoşîn û berxwedana jinê bidin sekinandin. Bi awayek kêfî hevalên me hatine girtin. Dosyeyeke eletewş hatiye amadekirin. Di dosyeyê de sûcekî ku bidin nîşandan tune ye. Ji jinan re dibêjin ‘hûn çima peyama ji HDP’ê digirin?’ Dibêjin ‘hûn çima di 8’ê Adarê de li qadane’, dibêjin ‘hûn çima dibêjin Gûlîstan Doku li ku ye?’ Em jî dipirsin Gûlîstan Doku ev qas rojin li ku ye? Di her qadê de îqtîdar êrîşî jinan dike. Ji dijî komeleya jinan û aktîvîstên TJA'yê êrîşên tund pêk tînin. Ev êrîş bi salanin tên kirin. AKP-MHP'ê ev pêvajoya nexweşiyê ji xwe re wek fersendek dîtin û êrîşê jina kirin. Jin di vê pêvajoyê de li şûna ku bi nexwşiyê re têbikoşin bi îqtîdara AKP’ê re têdikoşin.”
 
‘Tu êrîş nikare me bide sekinandin’
 
Gûlerê, di dawiya axaftina xwe de got ku jin bi salane li dijî îqtîdarê û êrîşan li ber xwe didin û ji vir şûnde jî dê li ber xwe bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jinan di her qadê de têkoşîna xwe mezin kirine. Îqtîdar jî baş dizane ku em ê dev ji xebat, têkoşîn û berxwedana xwe bernedin. Em ê dîsa di nav komele û xebatên jinê de cih bigirin. Tu êrîş nikare me bide sekinandin. Armaca îqtîdarê ew e ku pêşiya jinê bigire. Lê belê em rê nedin vî tiştî. Serokê me rastî nîşanî me da. Em li hember mêran serî natewînin. Em ê bi berxwedana xwe pêşî li van êrîşan bigirin.”