'Min êşên xwe veguherand hêz û îradeyê'

  • 09:02 19 Hezîran 2020
  • Rojane
Rûberîn Bekir
 
ŞEHBA - Jina bi navê Şeza Hêj Elî ya ji Şehbayê ye, zilma ku ji komên çeteyên DAIŞ'ê dîtiye wiha parve kir: "Min gelek êş û îşkence ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve dîtin. Piştî ewqas êş û îşkenceyê Şehba ji aliyê şervanên azadiyê ve hat rizgarkirin û niha em jiyanek aram dijîn."
 
Komên çeteyan di 2014'an de bajarê Şehbayê dagir kiribûn û piştî dagirkeriyê gelek zilim, zor û îşkence li wî bajarî hat jiyîn. Di sala 2016'an de ji aliyê şervanên azadiyê ve bajarê Şehbayê ji komên çeteyan hat rizgarkirin. Jina bi navê Şeza Hêj Elî yek ji wan jinan e ku gelek zilim û zordestî ji destên komên çeteyan dîtiye. Şeza bi eslê xwe ji gundê Nêrebiyê yê girêdayî Kantona Şehbayê ye û 21 salî ye. Di temenê biçûk de ji ber çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê malbatê ve hatiye zewicandin û dayika sê zarokan e. Şeza niha li navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê di Komîteya Jinê de cihê xwe digire. Şeza  zilma ku ji komên çeteyan dîtiye parve kir.
 
'Min gelek êş û îşkence ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve dîtin'
 
Şezayê di destpêka axaftina xwe de zilma ku ji destên komên çeteyan dîtiye wiha anî ziman: "Ez hîn 15 salî bûm, hatim zewicandin. Armanca zewaca min parastina ji çeteyên DAIŞ'ê bû. Ne tenê malbata min, gelek malbatan keça xwe bi temenê biçûk bi armanca keçên xwe ji çeteyan biparêzin didan zewicandin. Her wiha çeteyên DAIŞ'ê gelek jin direvandin û bi zorê didan zewicandin. Beriya zewacê jî min gelek zehmetî, êş û îşkence ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve dîtin. Dema çeteyan Şehba dagir kirin gelek hemwelatî ji warê xwe koçber bûn. Piştî ewqas êş û îşkenceyê Şehba ji aliyê şervanên azadiyê ve hat rizgarkirin û niha em jiyanek aram dijîn."
 
'Zewaca temenbiçûk gelek bi êş e'
 
Şezayê li ser zewaca di temenê biçûk de nêrîna xwe wiha parve kir: "Zewicandina jinan a di temenê biçûk de gelek bi êş e, ji ber ku di wî temenî de hîn xwe nas nake û biryaran jî nikare bide. Lê çeteyên DAIŞ'ê bi darê zorê wan jinên biçûk didan zewicandin. Dagirkeriya DAIŞ'ê hişmendiyên xwe yên qirêj jî li ser zarokan ferz dikirin. DAIŞ'ê kiryarên xwe di aliyê derûnî de jî ferz dikir. Ger em li gor biryara wan tev negeriyan bi kuştinê me tehdît dikirin. Her wiha derketina jinan a ji malê qedexe bû."
 
'Min êşên xwe veguherand hêz û îradeyê'
 
Şêzayê herî dawî bang li jinên ku zilma DAIŞ'ê dîtine kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piştî rizgarkirina Şehbayê ya ji aliyê şervanên azadiyê ve jiyana me guhert û jin vegeriyan cewherê xwe û di civakê de rola xwe ya pêşeng lîst. Piştî DAIŞ'ê me jiyanek nû afirand ew jî bi pêşengtiya jinan hat kirin. Li Şehbayê komîteya jinê hat avakirin û ez jî di hilbijartinan de wek komîteya jinê ya navçeya Fafînê hatim hilbijartin. Ruxmê ewqas êş em nediwestiyan û me jiyana xwe ji nû ve diafirand. Min êşên xwe veguherand hêz û îradeyê. Di karê me de tiştên bingehîn fêmkirin û çareserkirina pirsgirêka jinan e. Her wiha armanca me ya sereke jî ew e ku em hişmendiya DAIŞ'ê di nava jinan de bi dawî bikin. Herî dawî jî banga min li jinên ku zilma DAIŞ'ê dîtine heye ku xwedî li mafê xwe derkevin, xwe ji zîhniyeta baviksalarî rizgar bikin û vîna xwe biparêzin."