ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2020'AN

  • 09:00 19 Hezîran 2020
  • Rojane
*Ferîde Semwêl a Xiristiyan têkildarî komkujiya bi ser wan de hatiye da zanîn ku wê rojên gelekî dijwar derbas kiriye û wiha got:"Dayik û bavê min her behsa çîrokên fermanê dikirin. Qêrîna mirovan, herikîna xwînê her li ber çavên wan bû û heta di xewnên şevê de jî didîtin. Me bi xwe gelek rojên dijwar derbas kirin. Ew roj nayên jibîrkirin." DÎMEN HEYE
 
*Jina bi navê Şeza Hêj Elî ya ji Şehbayê ye, zilma ku ji komên çeteyên DAIŞ'ê dîtiye wiha parve kir: "Min gelek êş û îşkence ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve dîtin. Piştî ewqas êş û îşkenceyê Şehba ji aliyê şervanên azadiyê ve hat rizgarkirin û niha em jiyanek aram dijîn."
DÎMEN HEYE
 
*Wedha Yasîn a ku bi keda destên xwe tenûran çêdike û çanda kevnar didomîne wiha got:"Min tenûr weke hunerekê hilbijart da ku ez çanda dayik û dapîrên xwe zindî bikim, gund bi bêhna nanê tenûrê xweş û geş bikim." DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Gûler Tunç, êrîşên ku li dijî Komelaya Jinan a Rosayê tên kirin şermezar kirin û got ku tehemûla îqtîdara AKP’ê ji berxwedan û têkoşîna jinê re tüne ye û ji ber vê jî êrîş dike û wiha got: “Ew çiqas êrîş bin em ê dîsa di nav komelan û xebatên jinê de cih bigirin. Tu êrîş nikare me bide sekinandin.” BI DÎMEN
 
*Endamên Tevgera Jinên Ciwan a bajarê Dêrikê yên di kampa perwerdeyê de cih digirin wiha gotin: "Kampa perwerdeyê mirovan pêş dixe. Hêviya me ew e ku hemû jinên ciwan xwe perwerde bikin, rastiya xwe nas bikin. Divê jinên tên perwerdekirin derdora xwe jî perwerde bikin." DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan kampanya ‘Têkoşîna Jinê li Her Derê ye’ ya ku meclîsa Jinan a HDP’ê daye destpêkirin nirxand û got: “Em dizanin ku wê kampanya pergala serdest a mêr a desthilatdariyê îfşa bike, rûpûşa wê bixîne.” DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Şaxa Hejmar 2 a Genel Îş DÎSK'ê ya Amedê Hanîfe Kardaş, diyar kir ku berovajî daneyên TUÎK’ê li Tirkiyeyê hejmara betalan derketiye du katî û got: “Karker ji wijdanê karsazan re hatine hiştin. Karker an ji kar tên derxistin yan jî neçar dimînin derkevin destura bê pere. Yan jî îstîfa li wan tê ferzkirin.” BI DÎMEN
 
*Di 11’ê Hezîranê de Qanûna Nobedarên Tax û Sûkê ji Lijneya Giştî ya Meclîsê derbas bû û di 18’ê Hezîranê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Jin û aliyên muxalîf beriya qanûn bê derxistin jî fikarên xwe yên li dijî şîdeta nobedar û polîsan anîbûn ziman.
 
*Cigira hevseroka giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiran ya di meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê de cih digire, diyar kir ku wê li dijî êrîşan, ji bo modela Rojava li hemû Rojhilata Navîn belav bikin, li qadan bin. BI DÎMEN