Li Mexmûrê bi şahiyekê Parqa Şehîd Zehra hat vekirin

  • 08:53 19 Hezîran 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Parqa Şehîd Zehra ji nû de hat dizaynkirin. 
 
Bi xebatên jinên Şaredariya Wargeha Mexmûrê  Parqa Şehîd Zehra ji nû de hat dizaynkirin û bi şahiyekê park hat vekirin. Beriya şahiyê ji bo têkoşerên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. 
 
Piştî rêzgirtinê Hevseroka Şaredariya Wargeha Mexmûrê wiha got:"Ev demeke dirêj bû ev park ji aliyê sîstema elektrîk û avê ve xirab bû. Me wekî jinên şaredariyê ji nû de xebat di Parqa Şehîd Zehra de kir. Ji bo moralê gel baş bibe em dixebitin. Me ev parq diyarî hemû jinên wargehê kir. Ew ê Parqa Şehîd Zehra saet ji 12.00'ê rojê heta 12.00'ê şevê di xizmeta gel de be."
 
Piştî axaftinê endamên çand û hunerê derketin ser dikê û stranên xwe gotin. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.