Zeyneb Celaliyan: Heke min nebin girtîgeha Xoyê ez ê dest bi greva birçibûnê bikim

  • 13:34 18 Hezîran 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî ya kurd Zeyneb Celaliyan ragihand ku eger ji girtîgeha Qerçek nebin girtîgeha Xoyê ku berê lê dima wê dest bi greva birçîbûnê bike.
 
Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan di 21’ê gulanê de ji girtîgeha Xoy a ser bi parêzgeha Urmiyê veguhestin girtîgeha Qerçek a li nêzî Tehranê. Ev veguhestina wê bû sedema nerazîbûna çalakgeran. Li gorî rapora Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê, Zeyneb Celaliyan wiha gotiye: "Eger di rojên bên de min venegerînin girtîgeha Xoyê ez ê dest bi greva birçîbûnê bikim.”
 
Di rojên borî de Komelgeha Jinên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) û Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bang kirin ku hemû girtiyên siyasî yên di girtîgehên Îranê de ne werin berdanê. Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan nêzî 13 salane di girtîgehê de ye. Di vê demê de êşkenceya derûnî û fizîkî gelek bandorî li tenduristiya wê kiriye. Her wiha ji berî du hefteyan ji girtîgeh Xoyê birîbûn girtîgeha Qerçek û li wir bi vîrûsê ketibû.
 
Piştî ku bi vîrûsê ket, ji ber zextan rakirin nexweşxaneya ji derveyî girtîgehê, tevî ku diviyabû di bin çavdêriyê de be, careke din vegerandin girtîgehê.