HDP'ê li navçeyên Amedê serdana gel û esnafan kir

  • 13:33 18 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - Heyeta HDP'ê di çarçoveya Meşa Demokrasiyê de li Erxeniyê serdana esnaf û welatiyan kir.
 
 "Meşa Demokrasiyê" ku HDP'ê ji Colemêrg û Edîrneyê ber bi Enqereyê ve daye destpêkirin didome. Heyeta ku duh êvarê gihîşt Amedê bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Hetê îro jî li  navçeyên Amedê yên navendê Yenîşehîr, Sur, Rêzan û li navçeya Erxeniyê serdana esnaf û welatiyan kir. Parlementerên HDP'ê Dilan Dîrayet Taşdemir, Sidiq Taş, Hesen Ozguneş,  Seher Kadiroglu, Denîz Oztekîn,Hediye Karaslan, Muşeref Dag, Beycan Taşkiran û xebatkarên navçeyan ên HDP'ê  
beşdarî serdana esnaf û gel ya li Erxeniyê pêk hat bûn.
 
Parlementeran di serdanê de bi welatiyan re sohbet kirin û armanca meşa HDP'ê parvekirin. Heyet ji aliyê esnafa û welatiyan ve bi eleqeyek mezin hat pêşwazîkirin.