'Bêdengiya hikûmeta Iraqê nayê qebûlkirin'

  • 12:33 18 Hezîran 2020
  • Rojane
ŞENGAL - TAJÊ li dijî êrîşên li hemberî Mexmûr, Şengal û Qendîlê daxuyaniyek dan û bertekên xwe anîn ziman û gotin: "Em bang li hikûmeta Iraqê dikin bila li hemberî êrîşan bêdeng nebin û helwestek nîşan bidin."
 
Bertek û nerazîbûnên li hemberî êrîşên li ser Mexmûr, Şengal û Qendilê didomin. Endamên Tevgera Azad a Jinên Êzidî (TAJÊ) li ber deriyê Amir Wetanî Sûnûne ye Iraqê kom bûn li vir li dijî bêdengiya hikûmeta Iraqê daxuyanî dan. Piştî daxuyaniyê jî jinan nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman. 
 
Di daxuyaniya TAJÊ'yê de bêdengiya hikûmeta Iraqê hat şermezarkirin û wiha hat gotin: "Em hikûmeta Iraqê û bêdengiya wê ya li hemberê êrîşên li dijî Şengal û civaka Êzidî tê kirin şermezar dikin. Civaka Êzidî her tim bûn hedefa dewleta tirk, li Efrînê jî wisa ye her tim kurd dibin hedef. Civaka Êzidî di sala 2014'an de bi heman êrîşan re rûbirû man. Tiştên ku li Efrînê pêk tê niha dîsa li Şengela pêk tê. Lê belê tişta herî girîng jî bêdengiya hikûmeta Iraqê ye."
 
'Em axa xwe terk nakin'
 
Endama Meclîsa TAJÊ Hezar Mendo: Em îro li vir li dijî bêdengiya hikûmeta Iraqê kom bûn. Niha tenê hêzên YBŞ'ê parastina me dike. Ji bo êrîşê Êzidiyan bikin tu carî hincetên tirkan xilas nabin. Dixwazin Êzidî axa xwe terk bikin. Em parçeyek ji vê axaê ne û em gerêdayî Iraqê ne lê dîsa jî dewleta tirk êrîşê li me dike û hikûmet jî bêdeng dimîne. 
 
'Zarokên me parastina me dikin' 
 
Hezar Mendo: Em bêdengiya hikûmeta Iraqê şermezar dikin. Şev nîvê şevê êrîşê me dikin. Di sala 2014'an de êrîşê li me kirin û dîsa bêdengî hebû. Divê bê zanîn em parçeyek ji vê axê ne û divê wisa bê fikarandin. Her wiha heke zarokên me nebin em ê her tim bi êrîşan re rûbirû bîminin. Em bang li hikûmetê dikin ku bila bêdengiya xwe xirab bikin û gelê me jî li hemberî êrîşan rabe ser piyan. 
 
'Em ê li ber xwe bidin'
 
Endama Meclîsa TAJÊ Meyan Xwedêda: Ez bertek nîşanî êrîşan didim. Niha tenê YBŞ'ê parastina me dike. Dewleta tirk dixwaze bi êrîşan gel bitirsine û koçberiyê ferz bike. Lê em tu carî wan êrîşan natirsin. Em ê li Şengalê bi hev re bin û em axa xwe terk nakin. Em ê li ber xwe bidin.