Li Mexmûrê pîrozbahiya mezûniyeta xwendekaran hat lidarxistin

  • 10:23 18 Hezîran 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Ji bo xwendekarên ku zaningeh bi dawî kirin, bi pêşengtiya Meclîsa Îştar, Meclîsa Gel a Demokratîk, Tevgera Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Mexmûrê li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî bi awayekî girseyî pîrozbahiya mezûniyetê pêk hat. 
 
Ji bo xwendekarên ku zaningeh bi dawî kirin, bi pêşengtiya Meclîsa Îştar, Meclîsa Gel a Demokratîk, Tevgera Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Mexmûrê li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî bi awayekî girseyî pîrozbahiya mezûniyetê pêk hat. Beriya bername dest pê bike ji bo tevahî têkoşerên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Mamoste Bêrîvan Kaya axivî. 
 
Bêrîvan Kaya di axaftinên xwe de serkeftin ji bo xwendekaran xwest û got; “Di serî de em xêrhatine hemû gelê xwe yê wargehê dikin. Di vê roja me ya pîroz û bi kelecan a xwendekarên me yên zaningehê, vê kelecana wan em bi hev re parve dikin. Em jî li ser navê Meclîsa Îştar û Meclîsa Gel a Demokratîk em vê serkeftin û pîrozbahiyê bi kêyfxweşiyeke pir mezin li xwedekarên xwe pîroz dikin. Di pêvajoyeke wiha bi hemû aliyan de êriş li ser gelê Kurd heye de, gelê Kurd bi hemu aliyan di bin qirkirinê de ye, di demekê wisa de mezuniyeta xwendekarên me yên zaningehê ji bo dijmin bersiveke herî bi wate ye. Çawa ku Rêber Apo dibêje zarokên wargeha Şehîd Rustem Cûdî hemû zarokên min in, divê em jî li vê gotina Rêbertî xwedî derkevin û jê re bibin bersiv. Bi taybet hêviyek pir mezin a em ji xwendekaran dikin ew e ku wê bibin bersivek pir mezin û bi wate ji bo tevahî gelê me. Em bawer dikin ku dê pêşerojê jî serkeftinên pir mezin bi dest bixin. Li ser vê bingehê careke din em serkeftinê ji xwendekaran re dixwazin.” 
 
Piştî axaftinê ji aliyê Hevserokê Şaredariya Wargehê Bedran Pîranî û li ser navê Tevgera Ciwanên Mexmûrê Berxwedan Çetîn ve xelat ji xwendewanan re hat dayîn. 
 
Piştî axiftin û xelatdayînê xwendevanan bi govendek mezin mezûniyet pîroz kirin û di dawiya bernameyê de govendek bi girseyî hat girtin.