'Şewitandina zeviyan parçeyekî polîtikaya qirkirinê ye'

  • 09:04 18 Hezîran 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Jinên Gundê Tewîlayê têkildarî êrîşên dewleta tirk û şewitandina zeviyan anîn ziman ku şewitandina zeviyan yek ji polîtîkayên qirkirinê ye û wiha gotin:"Dewleta tirk bi zanebûn agir berdide zeviyên me. Dixwaze bi vê yekê me bê vîn bihêle û me mecbûrî koletiya xwe bike. Lê em dev ji têkoşîna xwe bernadin."
 
Bi destpêkirina demsala çandiniya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li gor çavkaniyên herêmî şaneyên razayî yên çeteyên DAÎŞ’ê û komên girêdayî dewleta tirk agir berdidin zeviyên cotkaran. Dewleta tirk kiryarên li dijî vîna jiyanê ya mirovan bi rengekî eşkere dike. Heta niha 20 hezar donim erd li gundewarên navçeya Til Temirê şewitiye û berhemên wê jî ji cotkaran  hatiye dizîn. Zeviyên Gundên Qasimiyê,
Rîhaniyê, Reşîdiyê, Dawidiyê, Erîşa, Tewîla û Til Tewîl, Um El-Xêrê, rojane tên şewitandin.  Dûmana agirê bi simbilan ketiye bi ewran re dibe yek. Çavên cotkar û malbatan jî hemî li erdên wan bû ku pê aboriya xwe ya malê biqedînin. 
 
Dewleta tirk û komên girêdayî wê di 14'ê Hezîranê de agir bi zeviyên gundê Erîşa xistin. Bi rewşa hewayê re agir geş bû û derbasî zeviyên gundê Tewîlayê bû. Bi dehan mal û milkên sivîlan di encamê de şewitîn. Goristana gundê Tewîlayê jî şewitî. Şêniyên gund bi hemû derfetên xwe  hewl didan agir vemirînin, lê ji ber gurbûna wê nikarîbûn  bi zirareke kêm rê li ber bigirin. 
 
'Ne tenê zevî, malên sivîlan û xweza jî şewitî'
 
Wedha El-Casim a ji gundê Tewîlayê derbarê şewatê de ev yek anî ziman: "Dewleta tirk bi zanebûn  agir bi zeviyên cotkaran xist û ev agir gihaşt gundê me. Di encamê de malên gundiyan şewitîn. Şêniyên gund bi giştî hewil dan ku vî agirî vemirînin, lê agir pir zêde bû.  Laşê me ji germahiya agir şewitî û em ji tîna re xeniqîn. Dewleta tirk ne tenê xweza malên sivîlan jî şewitand. Şewitandina zeviyan parçeyekî polîtikaya qirkirinê ye. Em vê yekê qebûl nakin."
 
'Dixwazin me mecbûrî koletiya xwe bikin'
 
Hemdiya Mihemed a ku kelogirî dibû wiha got: "Ma çi gunehê me heye? Me ji ser axa me koçber dikin û zeviyên me jî şewitandin. Em di fîlmên tirsê de dijîn. Ev ne jiyana me ye. Em dixwazin êdî dewleta tirk van kiryaran rawestîne. Dixwaze vîna me bişkînin û me mecbûrî koletiya xwe bike."
 
'Agirê şewatê her tişt li ber xwe bir' 
 
Xewla Mihsin jî anî ziman ku agir bi malan jî ket û wiha got: "Agir bi malan jî ket û her tişt li ber xwe bir. Me di destpêkê de bi çiwalan vedimirand heya ku tîmên agirkujê gihiştin me, wan jî alîkarî da me. Em êdî vê jiyana bi tirs qebûl nakin, bila hemû mirov xwedî li keda xwe derkevin û li pêşiya kiryarên tirkiyeyê bisekinin."