'Xwendekarên Efrînê di nava şerdên dijwar de beşdarî azmûnan dibin'

  • 09:02 18 Hezîran 2020
  • Rojane
Ronî Hemo
 
ŞEHBA - Xwendekarên Efrînê yên ku koçberî kontona Şehbayê bûne û di nava şerdên dijwar de perwerdeya xwe dibînin, derbarê ezmûnên dawiya salê de wiha gotin:" Tevî hemû rewşên zehmet ên rawestandina dibistanan û dûrketina ji xwendinê 350 xwendekarên Efrînê beşdarî ezmûnan bûn. Xwendekar bi coşeke mezin û bi daxwazeke mezin beşdarî ezmûnan dibin."
 
Di vê salê de gelek bûyerên ku bûn sedema dûrketina  ji  xwendinê rû dan.  Li aliyekî êrîşên dewleta tirk, li aliyê din jî belavbûna Vîrusa Koronayê bûn sedem ku dibistan, zanîngeh û paymengeh bên girtin. Tevî vê yekê jî  xwendekarên Efrînê di hundirê malê de û bi rêya Internetê xwendina xwe domandin. Li kantona Şehbayê bi giştî 350 xwendekar beşdarî ezmûnan bûn. Têkildarî beşdariya ezmûnan mamoste û xwendekarên Efrînê nêrîna xwe ji me re parve kirin.
 
'Xwendekar bi coşeke mezin beşdarî ezmûnan dibin'
 
Mamosteya Komîteya Ezmûnan Erobe Xelîl Ebid derbarê ezmûnên xwendekaran de wiha got: "Ezmûnên dawiya salê di 14'ê Hezîrana 2020’an de hat destpêkirin, bi giştî hejmara xwendekarên ku tevlî ezmûnan dibin 350'î ne. Ji bo çêkirina ezmûnan bi rengekî baş bê kirin, du cih ji bo çêkirina ezmûnan hatin veqetandin. Cihek li navçeya Ehdas a Şehbayê bi tevlîbûna 246 xwendekarî ya din jî li bajaroka Til Rifetê bi tevlîbûna 106 xwendekarî hatin veqetandin. Ji dîroka 15’ê Adarê ve dibistan hatin betalkirin û niha jî bi awayekî fermî wê xwendekar beşdarî ezmûnan bibin. Xwendekar bi coşeke mezin beşdarî ezmûnan dibin. Ez serkeftinê ji hemû xwendekaran  re dixwazim."
 
'Li gor astengiyan coşa me pir mezin bû'
 
Xwendekara refa amedekariyê ya beşa zanistê Rêgaz Hemo li ser rewşa xwe ya amadekariya ji bo ezmûnan wiha got: " Ez xwendekara refa amedekariyê ya beşa zanistê me.  Derketina Vîrusa Koronayê bandor li ser berhemên xwendina me kir. Çimkî demeke dirêj em dûrî xwendinê ketin. Pêwistiya me hebû ku em wane û agahiyên zêdetir bigirin. Me gelek wane li ser înternetê dişopand, lê ev yek têrê nake. Beriya ku em tevlî ezmûnan bibin hin xal ji me re hatin şîrovekirin û em ê wisa tevlî ezmûnê bibin. Li gor astengiyan coşa me pir mezin e." 
 
'Di aliyê şopandinê de mamosteyên me bûn alîkar'
 
Xwendekarên refa amedekariyê ya beşa wêjeyê, Ronahî Sîdo wiha got: "Di dema karantînaya tenduristiyê de me dev ji xwendina xwe berneda. Em xwendina xwe didomînin. Dibe di destpêkê de hin zehmetî çêbûn, lê mamosteyên me jî em dişopandin û ji bo me bûn alîkar da ku em ji xwendina xwe bê par nemînin."