ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2020'AN

  • 09:00 18 Hezîran 2020
  • Rojev
*Hevseroka Desteya Aborî ya Herêma Firatê Rojîn Muhemed Elî ragihand ku zagona Qeyser di pratîkê de li ser welatiyan bandoreke neyînî dike û wiha got: "Ji ber ku li Sûriyeyê lîreyê Sûriyeyê tê bikaranîn û her ku diçe nirxê dolar li hemberî lîreyê Sûriyeyê bilind dibe, ev yek jî bandoreke neyînî li ser welatiyan dike. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo derbaskirina vê rewşê  tedbîrên girîng girtin." DÎMEN HEYE
 
*Xwendekarên Efrînê yên ku koçberî kontona Şehbayê bûne û di nava şerdên dijwar de perwerdeya xwe dibînin, derbarê ezmûnên dawiya salê de wiha gotin:" Tevî hemû rewşên zehmet ên rawestandina dibistanan û dûrketina ji xwendinê 350 xwendekarên Efrînê beşdarî ezmûnan bûn. Xwendekar bi coşeke mezin û bi daxwazeke mezin beşdarî ezmûnan dibin." DÎMEN HEYE
 
*Jin ne tenê di pêvajoya vîrûsê de di tevahiya rewşên awarte de her tim tên piştguhkirin. Herçend ku dewlet cuda bin jî polîtîkayên li hemberî jinê bi heman feraset û zîhniyetê tên pêşxistin û rola zayenda civakî li jinan tê ferzkirin. DOSYA
 
* Hasret Atar bi eslê xwe romen e, li Sûra Amedê di nava cudakarî û xizaniyê de hewl dide ku bi zarokên xwe re bijî. Hasret, diyar kir ku ji ber cudakariyê zarok dev ji dibistanê berdan û got: "Her wiha ji ber nasnameyê zarokên me nikarin bixebitin. Em jî parçeyek vê civakê ne û divê me ji bîr nekin." BI DÎMEN 
 
*Jinên Gundê Tewîlayê têkildarî êrîşên dewleta tirk û şewitandina zeviyan anîn ziman ku şewitandina zeviyan yek ji polîtîkayên qirkirinê ye û wiha gotin:"Dewleta tirk bi zanebûn agir berdide zeviyên me. Dixwaze bi vê yekê me bê vîn bihêle û me mecbûrî koletiya xwe bike. Lê em dev ji têkoşîna xwe bernadin."BI DÎMEN
 
*Rêvebera HDP’a Stenbolê Eylem Dogan ku di hevdîtina li Sîlîvriyê ya ‘Meşa Demokrasiyê ya li Dijî Darbeyê’ de ji aliyê polîsan ve bi erdê re hatibû kaşkirin û ji bo neyê binçavkirin li ber xwe da, bi polîsan şûnde gav da avêtin. Eylemê da zanîn ku hêza berxwedanê ji jinan girtiye û got: “Em ê bi faşîzmê, tacîzkaran û yên şîdetê pêk tînin şûnde gavê bidin avêtin.” 
 
*Hevşaredara Erxaniyê ya ku li şûna wê qeyûm hatibû tayinkirin Mervan Yildiz diyar kir ku 40 sal in li herêmê polîtîkayeke şer tê meşandin û got: "Li hemberî êrîşan jî me dev ji xeta xwe ya xebatê berneda. Xebatên me bi şaredariyan re ne bi sînordar in, em ê di nav gel de bin û bi gelê xwe re bixebitin." BI DÎMEN 
 
* Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca, êrîşên li hemberî Mexmûr, Şengal û Qendîl û Biradostê nirxand û got: “Jinên ku îradeya xwe teslîmê DAIŞ’ê nekirin îro jî li dijî faşîzma AKP-MHP’ê serî natewînin û wê dest ji axa xwe jî bernedin.” BI DÎMEN 
 
*Welatiyan diyar kirin ku Meşa Demokrasiyê bendewariya gel aniye cih û gotin: “Vî gelî tevî zextan serî netewand. Têkoşîn wê her ku biçe mezin bibe.” BI DÎMEN