Ciwanên Şoreşgerên Sûriyeyê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin

  • 08:33 18 Hezîran 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Ciwanên Şoreşgerên Sûriyeyê bi meşek girseyî êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.
 
Bi pêşengtiya Ciwanên Şoreşgerên Sûriyeyê yên Efrîn û Şehbayê bi dirûşma "Bimre îxanet, bijî yekîtiya kurdan" meşek girseyî li gundê Babinis a Şehbayê hat lidarxistin. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, têkoşerên azadiyê û pankartê bi nivîsa "Dewleta tirk Mexmûr, Şengal û Qendîlê bombebaran dike, li dijî qirkirinê rabin ser piyan" hatibûn hildan. 
 
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin a li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Evîn Bîlal axivî û wiha got: "Dewleta tirk a dagirker bi armanca tunekirina hebûna Gelê Kurd êrîş dike, lê naskirina me ji fikra azadiyê re wê bibe rêya şikandina pergala dagirkeriyê. Wê serkeftin bibe a Gelê Kurd û tevahî gelê aşîtîxwaz."
 
Li ser navê Tevgera Ciwanên Şogreşgerên Sûriyeyê yên Efrînê, Reşîd Efrîn êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha pê de çû: "Di dema êrîşên li ser herêma Efrînê, ciwanên Şengal û Mexmûrê tevlî berxwedana Serdemê bûn û piştgirî dan gelê Efrînê, ji bo wê bê xwestin em ê bibin mertala zindî li hember dagirkeriya dewleta tirk û van êrîşan têk bibin."
 
Meş bi dirûşma "Bijî yekîtiya Gelê Kurd" bi dawî bû.