Li Nûçegîhana me Berîtan Canozer ceza hat birîn

  • 13:34 17 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - Li nûçegîhana me Berîtan Canozer bi îdaya "propagandaya rêxistinê kiriye" salek, 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê hat birîn.
 
Li nûçegîhana me Berîtan Canozer di navbera salên 2013 û 2016'an de bi hinceta parvekirinên wê yên li ser medya civakî û  bi îdaya "propagandaya rêxistinê kiriye" li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê doz hatibû vekirin û daneşîna 3'emîn a dozê hat dîtin.  Daneşîna ku Berîtanê tevli nebû parêzerê wê Resul Tamur tevli bû.
 
parvekirin hincet hatin nîşandan
 
Makamê Îdayê, mutalaya xwe ya daneşîna berê ku tê de ceza xwestibû dubare kir.
 
Parêzer Resûl temûr diyar kir ku ew tevli mutalaya dozger ya ceza dixwaze nabin û bal kişand ser lêpirsîna ku bêyî gûmana sûc hebe hatiye destpêkirin. Resûl diyar kir ku muwekîla wî ji ber ecibandinek û 4 şîroveyên ku kirine tê sûcdarkriin, şîrove ji her kesî re ne vekirî ne û bi hewldana emniyetê ya taybet hatine bidestxistin. Resû herî dawî di parastina xwe de daxwaz kir ku muwekîla wî bê berdan. 
 
Salek, 10 meh û 15 roj cezayê hepsê
 
Piştî navebera ku hat dayîn, heyeta dadgehê, di çarçoveya doysyê de bi îdaya ku Berîtanê "propagandaya rêxistinê kiriye" salek, 10 meh û 15 roj ceza lê birî.