Ji bo girtina Zeinal Abakarov serîlêdan hat kirin

  • 13:32 17 Hezîran 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi daxwaza girtina  Zeinal Abakarov ê ku di mijara windakirina Gulîstan Doku de gumanbar e serîlêdana sûc li Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê kir. 
 
Ji 5'ê Çileyê heta niha ji Xwendekara Zanîngeha Munzûrê Gulîstan Doku agahî nayê girtin. Bi daxwaza girtina  Zeinal Abakarov ê ku di mijara windakirina Gulîstan Doku de gumanbar e Parêzerê malbatê Alî Çîmen serîlêdana sûc li Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê kir. Ji girtina Zeînal daxwazname hat dayin û di daxwaznameyê de hat gotin li gor lêkolînên li Çemê Mûnzûrê hatiye kirin Gulistan ne di çem de ye û divê Zaînal demildest bê girtin.