'Em îro ji bo her kesî dimeşin'

  • 12:54 17 Hezîran 2020
  • Rojane
ENQERE - Têkildarî "Meşa Demokrasiyê" wekîla Serokên Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku ji bo meş bê betalkirin qedexe li bajaran îlan kirin û wiha got:" Em îro ji bo her kesî dimeşin. Em wekî milekî meşê li Enqere û li Meclîsê ne. Em li vir in. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Niha îqtîdar ji bo rojevê biguherîne, dîsa êrîşî sivîlên li Mexmûrê dike. Herêmê bombe dike. Ji roja tê bîra min heta niha Tirkiye her tim li dervê sînor operasyonan dike. Polîtîka heyî zirarê dide Tirkiyeyê."
 
Wekîla Serokên Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, têkildarî Meşa Demokrasiyê ya HDP’ê ku di 15'ê Hezîranê de ji Colemêrgê û Edîrneyê ber bi Enqereyê ve da destpêkirin civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterên HDP'ê berdilkên li ser "Em hemû bi hevre" li ser nivîsîbûn li xwe kirin.
 
Meral Beştaş, di civinê de anî ziman ku Hevserokên HDP'ê di 1'ê Hezîranê de belgeya helwestê aşkere kiribûn û niha ev xebatên wan û meşa wan di çarçoveya vê helwestê de pêk tê. Beştaş, da zanîn ku wekî ku ev meş tenê li ser betalkirina parlamenteran e tê xuyakirin û wiha got: "Bê guman em betalkirina parlamenteriya Leyla Guven, Musa Farisogullari û Enis Berberoglu qebûl nekin. Ev meşa demokrasiyê hem ji bo betalkirina parlamenteran e, hem ji bo tayînkirina qeyûman e hem jî ji bo hemû hevalên me yên dîl hatine girtin e.
 
'Em dizanin ku navbera patronên medya û holdîngan gelek baş e'
 
Meral Daniş Beştaş, bal kişand ser helwesta medya îqtîdarê û wiha axivî: “Li dijî darbeyan meşa demokrasiyê ku me daye destpêkirin di çapemeniyê de pir tê niqaşkirin. Di hemû qanalên TV de kesên ne pisporê mijarê ne niqaş dikin. Hemû dibêjin 'Çima HDP dimeşe'. Di heman demê de partiya me tawanbar dikin. Hem dadirizînin hem jî mafê axaftinê nade partiya me. Em vê helwesta medya îqtîdarê qebûl nakin. Em li vir in. Em li meclîsê ne. Em li her derê Tirkiyeyê ne. Ji niha û şûnde em dê cuda cuda ji bo RTUK'ê serlêdan bikin. Em ê li dozgeriyê serlêdana sûc bikin. Em dizanin ku navbera patronên medya û holdîngan gelek baş e."
 
'Ji bo meşa me asteng bikin qedexeyên bajaran îlan kirin'
 
Meral, da zanîn ku li 16 bajaran meşên wan hatiye astengkirin û wiha lê zêde kir: "Ji bo ku em rûpoşên wan nexin xwar, meşa me ya demokratîk asteng dikin. Ji bo meşa me asteng bikin qedexeyên bajaran îlan kirin. Di pêvajoya pandemiyê de qedexeya kolanan îlan nekirin, lê jibo meşa me qedexe îlan dikin. Ew ditirsin ku HDP rûpoşa wan bixe xwarê. Em îro ji bo her kesî dimeşin. Em wekî milekî meşê li Enqere û li Meclîsê ne. Em li vir in. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Niha îqtîdar ji bo rojevê biguherîne, dîsa êrîşî sivîlên li Mexmûrê dike. Herêmê bombe dike. Ji roja tê bîra min heta niha Tirkiye her tim li dervê sînor operasyonan dike. Polîtîka heyî zirarê dide Tirkiyeyê."