Li Şirnexê kesên xwestin tevli meşê bibin asteng kirin

  • 12:17 17 Hezîran 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - HDP’yiyên li Şirnex û navçeyên wê ku xwestin tevlî meşa Amedê  ya HDP'Ê bibin ji aliyê polîsan ve li derketina bajêr hatin astengkirin.
 
"Meşa Demokrasiyê" ku HDP'ê ji Colemêrg û Edîrneyê ber bi Enqereyê ve daye destpêkirin didome. Heyeta di meşa ji Colemêrgê de  cih digire îro li Amedê dê  bê pêşwazîkirin. Li Şirnex û navçeyên Cizîr, Silopiyê û Hezexê jî HDP’yiyên ku xwestin tevli meşa Amedê bibin li derketina bajêr ji aliyê polîsan ve bi hinceta qedexeya 15 rojan ku ji aliyê walîtiyê ve hat îlankirin hatin astengkirin. 
 
‘Ew bi zextan nikarin me bitirsînin’
 
Hevşaredara Hezexê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Songûl Erden ku di nav komê de cih digirt bertek nîşanê astengkirinê da û wiha got: “Me xwest em tevl meşa Amedê bibin. Lê belê li navend û navçeyên em lê ne ketin  û derketin hatiye qedexekirin. Dixwazin meşa demokrasiyê asteng bikin. Lê ew bi zextan nikarin me bitirsînin.”