‘Şewata zeviyên gel şerekî aborî û sûcekî şer e’

  • 09:04 17 Hezîran 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Jinên gundê Til Tewîl, Um-El Kêfê yê navçeya Til Temirê derbarê şewata zeviyên li gund bertekên xwe nîşan dan û gotin: ”Li ber çavên Hêzên Rûsyayê yên li herêmê, dewleta tirk û komên girêdayî wê zeviyên me şewitandin û hewil nedan ku agir vemirînin. Şewata zeviyên gel şerekî aborî û sûcekî şer ê li dijî herêmê ye.”
 
Dewleta tirk û komên girêdayî wê di 14'ê Hizêranê de agir berdan zeviyên Gundê Erîşa ku li Rojavayî  navçeya Til Temirê dikeve. Bi bandora ba jî agir gihişt gundê Tewlîa û Um- El Kêfê. Sivîlên wan gundan bi çiwal û avê û tîmên agirkujê hewl dan agir vemirînin. Di encama şewata gundê Til Tewîlê de 4 sivîl ji ber dûmanê xeniqîn. Zêdetirî 90 malên sivîlan hatin şewitandin û bi sedan darên ku temenê wan sed sal û jor de bû hatin şewitandin. Êdî bêhna şewatê ji her deverê dihat. Têkildarî vê mijarê jinan ji bo şewata zeviyên xwe helwesta xwe  nîşan dan û axivîn.
 
‘Keda  me ya salê îro bû axake reş’
 
Jina bi nave Sîmêl Aşûr a ji Til Tewîlê ku agir gihaştiye mala wê û hewl dida ku vemirîne wiha got: "Agir bi zevî û gundê me ket. Bi dehan mal û dar şewitîn. Keda  me ya salê, îro bû axake reş. Em bi saya erdên xwe aboriya xwe dikin, ji bo wê, vê şewatê pir êş û zirar bi xwe re anî. "
 
'Şewata zeviyên  gel şerekî aborî û sûcê şer e'
 
Sonya Hawêl a ji Um El-Kêf a Aşûriyan  ji bo kiryarên şewata zeviyan  nêrîna xwe wiha anî ziman: "Agir li her deverê belav bûye, êdî derbasî gund dibe.  Hemû sivîlên li gund bi jin, mêr, zarok û tîmên agirkujê hewl dan agir vemirînin. Ji saetên serê sibehê de agir pêket û nema vemirî, her ku çû belav bû. Hêzên Ewlekariya Hundirîn Asayîş û Natoru jî xwe gihandin hawara me û bi hev re em dikarîbûn rê li ber belavbûna agir bigirin. Şewata zeviyan jî yek ji şerê ku li dijî gelê herêmê tê meşandin e û pêwist e ku êdî dewleta tirk a dagirker dest ji vê herêmê berde."
 
'Li ber çavên Rûsya ya kor agir bi zevî, mal û milkên me xistin'
 
Zehra Hisên a ji Um El-Kêfê ye jî destnîşan kir ku tevî hebûna Rûsya ya li herêmê dîsa jî dewleta tirk zeviyên wan dişewitîne û wiha pê de çû:"Tevî hebûna Rûsya ya li herêmê ji saetên serê sibehê de agir pê ketiye û me nedît ku bi hawara me ve hatin an jî hewldanê wan  ji bo ku agir vemirînin çêbû. Ruxmî hemû zehmetiyên ku em di navê de dijîn vê carê agir bi zeviyên me dixin, ev kiryar nayên qebûlkirin."
 
'Bi av, bêr û kelpîçan me agir vemirand'
 
Zehrayê wiha dawî li gotina wan anî: "Me bi çewal, bêr, av û kelpîçan agir vemirand. Me hewşa xwe hilweşand û bi kelpîçên wê agir vemirand, ji ber ku agir bi Til Tewîlê ketibû û tîmên agirkujê dereng hatin. Me bi hev re agir vemirand."