'Êrîşên dewleta tirk hevgirtina aşûrî, kurd û ereban hedef digire'

  • 09:01 17 Hezîran 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo 
 
HESEKÊ - Aşûriya bi navê Sonya Hawêl a li gundê Um El-Kêfê yê Aşûriyan dijî diyar kir ku ew li dijî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê li berxwe didin û wiha got:"Êrîşên dewleta tirk hevgirtina aşûrî, kurd û ereban hedef digire. Em li ber xwe didin û ji bo derketina dewleta tirk a ji xaka me, em hêviya xwe winda nakin."
 
Aşûriyên ku rastî komkujiya Sêfo û Sîmêlê û êrîşa DAIŞ'ê ya 23'yê Sibata 2015'an hatin, ji êrîşên dewleta tirk a li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê bi tirs in ku dîsa komkujî dubare bibe. Tevî vê jî li gundê xwe dijîn û li berxwe didin.  Jina Aşûrî Sonya Hawêl a ji gundê Um El-Kêfê yê Aşûriyan e têkildarî bandora êrîşa DAIŞ'ê ya di 23'yê Sibata 2015'an de û berxwedana li dijî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê de nêrînên xwe parve kir. 
 
'Bi sedan top li ser gundan hatin barandin'
 
Sonya wiha behsa bandora êrîşa DAIŞ'ê ya li ser gelê Aşûrî kir: "Bi sedan welatiyên Aşûrî, piştî êrîşa DAIŞ'ê û revandina 260 kesî, rojên zor û zehmet jiyan. Bi sedan top li ser gundan hatin barandin, ji ber wê em neçarî koçberiyê bûn. Nêzî 200 kesî li Gundê Um El-Kêf ê Aşûriyan nêzî 20 dijiya lê niha tenê 6 malbat lê dijîn. Sedema vê yekê jî êrîşên qirker ên dewleta tirk û komên girêdayî wê ye. Lê ew negihaştin armanca xwe em berxwena xwe didomînin."
 
'Dêra Mar Tûma şahidiya hovîtiya DAIŞ'ê kir'
 
Sonya bal kişand ser zirarên ku gundê wan û tevahî gundên din di dema DAIŞ'ê de dîtine û wiha dom kir: "DAIŞ ne tenê gelê me revand, mal û milkên me şewitandin û talan kirin, ev jî têra wan nekir vê carê Dêr topbaran kirin û bi dehan dêrê din teqandin û heya niha jî asta hovîtiya DAIŞ'ê li ser dîwarên dêrê xuya dike. Hişmendiya DAIŞ'ê li ser esasê tunekirina neslê mirovan bû."
 
'Dewleta tirk hevgirtin û tevna gelê herêmê hedef digire'
 
Sonya da xuyakirin ku êrîşên dewleta tirk hevgirtina aşûrî, kurd û ereban hedef digire û wiha pê de çû: "Êrîşên dewleta tirk a dagirker bandor ne tenê li aşûriyan li ser kurd û ereb ên herêmê jî kir. Êrîş wekî kirîzê ye, berê DAIŞ û îro dewleta tirk a dagirker e."
 
'8 meh in ku zingilê dêrê lê neketiye û nehatiye bihîstin'
 
Sonya da zanîn ku ew her roj nikarin Dêra Mar Tûma vekin û wiha domand: "Ji ber xeteriya êrîşan em nikarin her roj dêrê vekin û Aşûriyên li gund ji ber êrîşan jî koçî gundewarên din bûne. Kevneşopiyekê me heye ku em roja şemiyê heya roja yekşemê deriyê dêrê vedikin û findan li ber wêneyên Meryem El-Ezra û Mesîh vêdixin, lê niha em çend malên mayî vêdixin û vê kevneşopiyê diparêzin. Dibe ku hejmara me kêm be, lê çi bibe jî em ê vê çand û kevneşopiyê biparêzin û nehêlin ku di nava  şer de were windakirin. 8 meh in ku zingilê dêrê lê neketiye û nehatiye bihîstin."
 
'Em rojî û nimêja xwe li mal jî dikin'
 
Sonya bi lêv kir ku dêr zêde nayê vekirin lê ew kevneşopiyên xwe li mal dewam dikin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Dibe ku dêr zêde nayê vekirin, lê em rojî û nimêja xwe li mal dikin. Em jî her hewil didin ku  dêrê vekin ku neyê girtin û bêdeng nemîne."
 
'Îsal em nizanin çawa cejna Mar Tûma di 3'yê Tîrmehê de pîroz bikin'
 
Sonya Cejna Mar Tûma ku ji bo wan pêwîst e di 3'yê Tîrmehê de pîroz bikin bi bîr xist û ev yek anî ziman: "Em her sal li gundê xwe cejna Mar Tûma pîroz dikin û bi sedan ji aşûriyên gundewarên Til Temirê tevlî wê dibin lê îsal rewş cuda ye. Ez difikirim ka îsal em ê çawa vê cejnê di nava xeteriya dewleta tirk a dagirker a li ser gundewarên me, pîroz bikin."
 
'Li ser axa Sûriyê dîrok û şaristanî hatine hûnan û parastin' 
 
Sonya diyar kir ku DAIŞ û dewleta tirk dû rûyên yek diravê ne û wiha domand: "DAIŞ jî êrîş kir. Jin û zarok qetil kirin û niha dewleta tirk a dagirker jî heman tiştî dike. Ev axa me ye ku gelên ji neteweyên cuda li ser dijîn û çanda xwe lê zindî dikin. Li ser vê axê bi sedan salan dîrok û şaristanî hatine hûnandin û parastin. Îro dewleta tirk hatiye û dibêje ez ê wê dagir bikim. Tu mafê dewleta tirk a bi vî rengî tune ye û çiqasî zû ji xaka me derê ewqasî wê gel vegerin jiyana xwe ya asayî."
 
'Dewleta tirk siberoja nifşên nû û jiyana demokratîk hedef digire'
 
Sonyayê bi vê bangê dawî li gotina xwe anî: "Dewleta tirk siberoja nifşên nû û avakirina jiyaneke azad û demokratîk hedef digire. Pêwîst e ku dewleta tirk ji xaka  Sûriyeyê û taybet ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derê ku civak bikaribe siberojeke ronî dûrî şer ava bike."
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji ber êrîş û dagirkeriya dewleta tirk û hevkarên girêdayî wê, nêzî 4 Dêrê di xeta agir de ne, ev 8 meh in zingilê wan lênedaye.