ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2020'AN

  • 09:00 17 Hezîran 2020
  • Rojev
*Aşûriya bi navê Sonya Hawêl a li gundê Um El-Kêfê yê Aşûriyan dijî diyar kir ku ew li dijî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê li berxwe didin û wiha got:"Êrîşên dewleta tirk hevgirtina aşûrî, kurd û ereban hedef digire. Em li ber xwe didin û ji bo derketina dewleta tirk a ji xaka me, em hêviya xwe winda nakin." DÎMEN HEYE
 
*Mamosteyên ku tevlî perwerdeya branşê ya  KPC-D'ê ya bajarê Helebê bûn bal kişandin ser girîngiya zimanê dayikê û wiha gotin: "Ji bo pêşxistina zimanê kurdî perwerde girîng e. Xwedîderketina li ziman xwedîderketina li hebûna xwe ye. Armanca me jî ew e ku em zimanê xwe bidin jiyîn." DÎMEN HEYE
 
*Jinên gundê Til Tewîl, Um-El Kêfê yê navçeya Til Temirê derbarê şewata zeviyên li gund bertekên xwe nîşan dan û gotin: ”Li ber çavên Hêzên Rûsyayê yên li herêmê, dewleta tirk û komên girêdayî wê zeviyên me şewitandin û hewil nedan ku agir vemirînin. Şewata zeviyên gel şerekî aborî û sûcekî şer ê li dijî herêmê ye.” DÎMEN HEYE
 
*Pergala serdest, pêvajoya vîrûsa koronayê li gorî berjewendiyên xwe dizayn kir. Di vê pêvajoyê de civak hat parçekirin. Parçeyek ligel xetereya vîrûsê li derve kar kir, parçeyek li malê xebitî û parçeyek ji civakê jî li malê hatin hepskirin. DOSYA
 
*Gullu Yilmaz ji aliyê Can Yilmaz ve hatibû qetilkirin û der barê gumanbar de bi daxwaza muebeta giran û heta 20 salan cezayê girtîgehê doz hat vekirin.
 
*Sema Yuce ya di 21’ê Adara 1998’an de agir berda bedena xwe di 17’ê Hezîrana 1998’an de jiyana xwe ji dest dabû. Berxwedan, hêvî û agirê azadiyê ya di dilê wê de ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê bû pira ji agir. Bi çalakiya xwe ya di 21’ê Adarê de pêk anî, komploya naveteweyî ya li hember Kurdan da nîşandan û li hember vê bi îradeya jina xurt bû bersiv. DI DÎROKÊ DE ÎRO
 
*Li taxa Kavakli, kanala ava qirêj ya ku serê wê û dora wê vekiriye, hem rê li ber nexweşiyan vedike û hem jî dibe sedema qezayan. Şêniyên taxê diyar kirin ku rayedar bi salane sozê didin lê serê kanalê nagirin. DÎMEN HEYE
 
*Aysel Borak ya ku xeyalên xwe yên zarokatiyê pêk anî, diyar kir ku wê Eyşe Şan mînak girtiye û got: “Divê em çand û hunera Kurd bidomînin. Divê ciwan jî xwedî li vê kevneşopiyê derkevin.” DÎMEN HEYE
 
*Amedekariyên pêşwazîkirina "Li dijî Darbeyê Meşa Demokrasiyê" li Amedê hat bidawîkirin. Siyasetmedarên jin bangewaziya pêşwazîkirina meşê li welatiyên Amedê kir û gotin: "Meşa me dê li dijî êrişên îqtîdara AKP'ê bibe bersiv. Em ê bi hev re bêjin êdî bes e!" BI DÎMEN