Ciwanên Helebê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin

  • 08:30 17 Hezîran 2020
  • Rojane
HELEB - Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Helebê bi meşek meşaleyî êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.
 
Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Helebê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê meşek meşaleyî li dar xistin. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Tevgera Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger û pankartên bi nivîsa "Bi tolhildana şoreşgerî parçe bike dagirkerî azad bike Rêbertî" hatibû hildan. Meş ji pêşiya navenda ciwanan ya taxa xerbî ya Şêx Meqsûdê dest pê kir û heta çerxarêya şehîdan dewam kir.
 
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Xemgîn Cudî êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û wiha got: "Ev ne cara yekemîn e ku dewleta tirk êrîşî warên me dike. Dewleta tirk carek din bi balafirên şer Mexmûr û Şengal bombebaran kir. Gelê Kurd bi tolhildan û israra xwe tê nasîn, ji bo wê em dev ji doza xwe bernadin û em ê ji bo azadiya welatê xwe têbikoşin."
 
Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Şengal û Mexmûrê" bi dawî bû.