Ciwanên Kobanê ji bo Şengal û Mexmûrê helwestên xwe nîşan dan

  • 20:26 16 Hezîran 2020
  • Rojane

KOBANÊ - Tevgera Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger yên Kantona Kobanê li dijî êrîşên li ser Şengal û Mexmûrê daxuyanî dan çapemeniyê û soza parastina gelê xwe teqez kirin.

Li dijî êrîş û topbarana dewleta tirk ya li ser Şengal û kampa şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), Tevgera Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger bi dirûşmeya "Berxwedan Jiyan e, bê dengî mirin e" li parka 19'ê Tîrmehê kombûn û bi riya daxuyaniya çapemenî bertekên xwe nîşan dan.Daxuyanî ji aliyê endama Tevgera Jinên Ciwan Gûlan Samsûr ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Careke din dewleta tirk ya dagirker hewlwesta xwe ya qirkirinê li hember Gelê Kurd da nîşan dan. Di êrîşên li ser Şengal, kampa Mexmûr û hawîrdorên wan de hatin kirin, dijminên mirovahiyê bi kûştina sivîl û penaberan re kîna xwe ya li dijî aştî, demokrasî û nasnameya gelan pêkanî û hemû zagon û peymanên mirovahiyê bin pê kirin.

Dewleta tirk ya ku bi sedsalan e şerê kurdan dike û hewildana qirkirina me bi her şêwe û kiryaran dike. Bê cudahî, hebûna gelekî xwedî dîrok, xak û nasname dike. Ev dewlet bi desthilatdariya xwe ya tunderew nikare xwe li hember derfeteke azad ji bo beşekî penaberkirî ji vî gelî bigre, lewra bi alav û firokan êrîşî wan kir. Her car di bin navnîşana terorê zarok, jin û sivîlên kurd tên kûştin û her li pişt wan kiryaran, desthilatdariya tirk  û çeteyên wanin. Ji lewra pêwîste ku hemû Gelê Kurd, gelên herêmê, raya giştî ya cîhanî, hemû tevger û rêxstinên mirovahiyê helwesta xwe ya li dijî van êrîşan diyar û bilind bikin. Ji ber ku bê dengî berdewamiya kûştin û tunekirina gelê me ye.

Em weke ciwanên şoreşger li Kantona Kobanê, bi dengekî bilind êrîşên li ser herêmên navbûrî şermezar dikin. Em ê berxwedan û têkoşîna azadiyê geştir bikin da ku gelê me bi hêz û parastina aramiya xwe bikin. Lê em cardin ji cîhanê tevahî dixwezin ku gelê me yê mafdar bê pişt nehêlin û sekneke mirovî nîşan bidin.

Bê gûman hemû gel hêza xwe ji ciwanên xwe digre, loma em soz didin ku xebata xwe bilindtir bikin  û gelê xwe biparêzin."

Daxuyanî bi dirûşma "Bimre dagirkerî û bijî berxwedana Gelê Kurd" bi dawî bû.