Kongreya Star: Em bi pêşengtiya jin û ciwanan faşîzmê têk bibin

  • 20:24 16 Hezîran 2020
  • Rojane

QAMIŞLO - Rêxistina Kongreya Star a bajarê Qamişloyê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û bang ji jin û ciwanan kirin ku asta têkoşîna xwe bilind bikin, faşîzm û dagirkeriyê têk bibin.

Dewleta tirk beriya du rojan bi balafirên şer êrîşî Qadên Parastina Medya, Şengal û Mexmûrê kir. Rêxistina Kongreya Star a bajarê Qamişloyê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin. Daxuyanî li çerxerêya şehîd Rûbar a Çand û Hunera Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê hat xwendin. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên Kongreya Star, PYD'ê, Heyva Sor, Meclîsa Jinên Sûriyê amadebûn û HPC-Jin amadebûn. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Rêxistina Kongreya Star Evîn Siwêd ve hat xwendin.  

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk ya qirker û dagirker di şeva 15'ê hezîranê  de li ser Şengal, Wargeha penaberan Rûstem Cûdî ya Mexmur û Herêmên Parastina Medya yê êrîşên hewayî pêk anî.Em wek koordînasyona Kongra Star van êrîşên dij mirovayî yên hovane yên li ser gelê me û herêmên me bi tundî şermezar dikin. Dewleta Tirk bi tinekirina Gelê Kurd hebûna xwe berdewam dike. Ji bo vê ji Gelê Kurd û Jinên Kurd ditirse, ev êrîş encama tirsa dewleta faşîste.

Em bi berxwadana xwe hîn zêde bi hêz dibin

Em jî dibêjin ev êrîş tu carî me bêdeng nakin û natirsînin. Ji ber em gelê berxwedêrin. Doza me ya hebûna me ye û rewa ye. Ev êrîşên hovane dewleta tirk ya faşîst lewaz dike, em bi berxwedana xwe hîn zêde bihêz dibin. Ji bo her êrîşekê hêrsa me li hemberî faşîzmê û zîhniyeta qirker zêde dibe.

Bi milyonan insan bûn qurbaniyên faşîzma osmaniyan

Dewleta Osmanî di sala 1915'an de li ser gelên aşûr, keldan, sûryan komkujiya Sêfo pêk anî. Bi mîlyonan însan bûn qurbaniyên faşîzma Osmaniyan. Her wiha di roja îro de jî dewleta tirk a faşîst vê hovîtiyê berdewam dike. Sîyaseta înkar û îmhayê li ser gelê berxwedêr û azadîxwaz dide meşandin, êrîşên herêmê me dike.

Divê gelê Başûr çand, jiyan û xwezaya xwe xwedî derkeve

 Ev êrîşên dewleta qirker ya faşîst binpêkirina hemû pîvanên mirovî û zagonên navnetewî ne. Ev êrîş li ser xaka Iraqê û herêma kurdîstana başûr pêk hatine. Birînên mezin di nava xwezayê û civakê de didin vekirin.  Li hemberî van êrîşên dewleta tirk ya dagirker daxuyaniyên şermok yên ji aliyê hukûmeta Bexda yê tên dayîn têrê nakin. Divê dewleta Iraqê, Hukûmeta Herêma Kurdîstanê û bi taybet parlementoya herêma Kurdîstanê bi erk û berpirsiyariya xwe ya exlaqî rabin. Divê rê nedin êrîşên bi vî rengî. Her wiha divê gelên Iraqê vê tecawizê qebûl nekin, xwedî helwest bin. Çanda gelê berxwedêr ya başûrê Kurdîstanê bi heybete, divê gelê me yê Başûr li xaka xwe, jiyana xwe û çanda xwe xwedî derbikevin. Sekna tekoşîna bê hempa bi pêşengiya jin eşkere bûye. Her kesê ku îxanetê li ser xwe qebul nake divê bi pêşengiya tekoşerên xwe sekna xwe raber bike.

Ev êrîş di xebata yekîtiya netewî de pêk hat

Ev êrîş di pêvajoya xebata yekîtiya netewî de pêk hatine. Dixwazin van hewildanên yekîtiya kurdan ji holê rakin. Vîna Gelê Kurd û jina kurd bi yekîtiya netewî, bi netewa demokratîk eşkere dibe. Dijminê Gelê kurd vê rastiyê baş dizanin ji bo vê naxwazin ev yekîtî çê bibe. Em baş dizanin heya em gîhêştine roja îro nirx û keda pir mezin hatiye dayîn. Ev nirx û ked ya herkesîye bi taybet jinên başûrê Kurdîstanê, sazî û rêxistinên jin divê van nirxên xwe bi parêzin û xwedî lê derkevin. Helwesta xwe li hemberî dagirkerî, qirkerî, destavêtin û êrîşên hovane raber bikin. Ev dagirkerî û îxanet di destpêkê de li ser me jinan hatiye meşandin. Li hemberî îxanetê divê di serî de dengê jinan bilind bibe.

Dewleta tirk her roj sucên şer dike

Dewleta tirk bi armanca fetisandina dengê şoreşê êrîşî rojavayê Kurdîstanê dike. Bi armanca veguhertina demografya, herêmên dagirkirî vala bike dewleta faşîst û çeteyên wê her roj sûcên şer dike. Revandin, tecawiz kirin, kuştin, girtin, wendakirina jin, zarok û ciwanan sûcê şere. Lê belê qada navnetewî bêdeng maye û ev bêdengî bi gûmane.

Bêdengiya saziyên navneteweyî dibe sedema kiryarên dewleta tirk

Bêdengiya saziyên navneteweyî dibe sebeba xurtkirina faşîzma dewleta tirk û tehdîdên wê li ser tevahiya cîhanê. Lewra kiryarên wê yê qirker didomin. Mînakê wê êrîşên ser jinên siyasetmedar u tevahiya gelê Bakurê Kurdıstanê, êrîşên ser şehîdgehên me, êrîşên hovane ser cesedê şehîdên me ne. Lê gelê kurd tucar bi tenê nemaye. Bi vê mebestê em silav û hezkirinên xwe ji bo dostên Kurdan yên ku sekna bi rûmet  li hemberî faşîzma dewleta tirk nîşan dane pêşkêş dikin. Ev sekin û çalekî sûcên şer eşkere dikin, balê dikişînin ser kiryarên rojane. Her wiha ev çalekiyên dostê me silavkirina berxwedana jina ye.

 Di dawî de em cardin van êrîşên hovane şermezar dikin û daxwaz ji rêxistinên navnetewî yên cîhanê dikin ku bi erka xwe rabin û van êrîşan bidin seknandin.Em bang dikin ku di pêşengiya jin û ciwanan de em asta tekoşîna xwe bilind bikin, faşîzm û dagirkeriyê têk bibin.