'Bi berxwedana gelan wê dagirkerî têk biçe'

  • 16:35 16 Hezîran 2020
  • Rojane
Ferîde Zade
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku tevlî meşa şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê bûne gotin: "Êrîşên li ser Şengal û Mexmûrê êrîşa tevahî Kurdistanê ye, ji bo wê em ranawestin û em ê her li ser piyan bin."
 
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên nerazîbûnê tên lidarxistin. Îro jî bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê meşek girseyî li Kantona Şehbayê hat lidarxistin. Jinên ku beşdarî meşê bûne helwestên xwe anîn ziman.
 
‘Em ê bi yekbûna xwe siyaseta qirkirinê têk bibin’
 
Jina bi navê Emîne Heftero êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha pê de çû: "Em zor û zehmetiyan li hember kurdan nema qebûl dikin, li ku derê dibe bila bibe em ê li dijî êrîşên dewleta tirk yekbûna xwe biparêzin. Em dev ji bajarên xwe bernaadin û deverên ku dewleta tirk a dagirker dagir kiriye em ê rizgar bikin. Ji bo ku em weke Gelê Kurd bikaribin welatê xwe rizgar bikin, pêwist e em yekbûna xwe ava bikin û dawî li kiryar û siyasetên qirkirinê bînin."
 
'Em ê li dijî êrîşan li ser piyan bin'
 
Jina bi navê Cinifiyan Mihemed jî helwestên xwe li dijî êrîşan wiha anî ziman: "Em ê li dijî êrîşan her li ser piyan bin û em ranawestin. Dewleta tirk dibe ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kiriye, lê nayê wê wateyê ku serkeftî ye, berovajî wê bi bin ketiye, ji bo wê berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Em weke jinên Efrînê ji dewleta tirk a faşîst re dibêjin ku heya kurdek jî bijî wê pilanên we têk biçe. Dewleta tirk bi pêkanîna kiryarên xwe terorbûna xwe eşkere kir. "
 
'Em ê li hember van êrîşan bêdeng nemînin'
 
Jina bi navê Xaliye Mihemed êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û wiha domand: "Êrîşên dewleta tirk ne cara yekem e û wê nebe ya dawî jî. Di sala 2018'an de bi heman şêwazî êrîşî Efrînê kir û xwest ku siyaseta qirkirinê li ser Gelê Kurd bide meşandin. Di pêvajoya Efrînê de jî hemû dewletên navneteweyî bêdeng bûn, îro jî bi rûyekî eşkere diyar dibe ku hemû dewlet piştgiriya dewleta tirk dikin. Banga min ji hemû kesên azadîxwaz re heye ku li hember van êrîşan bêdeng nemînin."
 
'Kes nikare me tune bike'
 
Dayika Gulê Mihemed jî helwesta xwe wiha parve kir: "Ev êrîş bi desteka nato hat destpêkirin, em wek jinên Efrînê van êrîşan bi tundî şermezar dikin. Tu êrîş nikare vîna Gelê Kurd bişkîne. Êrîşên li ser Şengal û Mexmûrê êrîşa tevahî Kurdistanê ye, ji bo wê em ranawestin û em ê her li ser piyan bin. Em hene û em ê hebin wê tu kes nikaribe me tune bike."