Ew ê jin li Êlihê heyeta HDP'ê pêşwazî bikin

  • 16:13 16 Hezîran 2020
  • Rojane
ÊLIH - Meclîsa Jinan a HDP’ê wê sibehê li Êlihê HDP’iyên ji Colemêrgê ketin rê pêşwazî bike. 
 
HDP’iyên duh ji Colemêrg û Edîrneyê dest bi “Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê” kirin, ligel hemû astengî û zextan jî, meşa xwe dewam dikin. Milê meşa Colemêrgê ya ku wê li Enqereyê bi dawî bibe, li bendê ye ku sibehê bigihêje Êlihê. Li bendêye ku meşvan sibe saet 17.00’an bigihêjin sêguşeya Farqîn û Êlihê. Welatî wê meşvanan li vê derê pêşwazî bikin û heya li ber Parka AVM’ê bi konvoyê re tev bigerin û ji vir jî wê ber bi Amedê ve bi rê bikin. Hevseroka Bajêr Fatma Ablay, diyar kir ku ewê bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a HDP’ê meşvanan pêşwazî bikin û got: “Têkoşîna em tenê bi vê meşê re ne sînordar e. Têkoşîna me li her derê ye.” 
  
Fatma, da zanîn ku ew ê bi gel re xwedî destkeftiyên xwe derkevin û wiha banga tevlîbûna meşê li welatiyan kir: “Em ê meşvanan bi awayekî xurt li sêgoşeya Farqîn û Êlihê pêşwazî bikin. Heya derketina ji bajêr em ê bi meşvanan re tev bigerin û tevlî konvoya wan bibin. Em ê bi vî awayî wan bişînin Amedê.”
 
Fatma, bertek nîşanî qedexeya taybet a Walîtiyê ji bo HDP’iyan derxist da û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dixwazin têkiliya gel û HDP’ê ji hev qût bikin. Lê bernameya me diyar e. Em bi biryar in. Em ê têkoşîna xwe dewam bikin û em ji niha de li benda meşvanên xwene.”