Ji Şengalê banga mezinkirina berxwedanê

  • 13:43 16 Hezîran 2020
  • Rojane
Almas Nayîf -Viyan Saîd
 
ŞENGAL - Li nahiyeya Sinûnê ya Şengalê li dijî êrîşan meşek hat lidarxistin û di meşê de Macida Dexîl, Pakiza Celal û Kinê Xidir ji ajansa me re axivîn û bertek nîşanî bêdengiya hikûmeta Iraqê dan û gotin dê li hemberî êrîşan dê berxwedanê mezin bikin. 
 
Bertek û nerazîbûnên li hemberî êrîşên li Şengal, Mexmûr û Qendilê didomin. Li nahiyeya Sinunê ya Şengalê meşeke şermezarkirinê hat lidarxistin. Di meşê de Macida Dexîl, Pakiza Celal û Kinê Xidir ji ajansa me re axivî û êrîşên pêk hatî şermezar kirin û bertek nîşanî bêdengiya hikûmeta Iraqê dan. 
 
“Erîş çiqas mezin bê em e jî berxwedan mezin bikin”
 
Macida Dexil, diyar kir ku di ferma 3'yê Tebaxa sala 2014'an de jî hikûmeta Iraqê bêden mabû û niha jî bêdeng e û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Îro weke civaka  Êzidî em li hemberî erîşên dewleta Tirk meşa xwe pêk tinîn. Îro em dibînin ku dewlet û herkesek li hemberî van erîşan bedeng in. Lê em dibejin dewleta Tirk çiqas erîşê me û vî gelê me bike em e jî her li ber xwe bidin. Bi van erîşan dixwazin Êzidiyan bitirsînin û nehelin bên ser axa xwe. Dixwazi mem ji ax û ola xwe dûr bikevin. Em ê li dijî êrîşan berxwedana xwe mezin bikin. Her wiha di fermana 3'yê Tebaxa 2014’an de jî hikûmeta Iraqê bêdeng ma. Em bang li Êzidiyan dikin ku bila bên ser axa xwe."
 
'Bila Êzidî vegerin ser axa xwe'
 
Pakiza Celal ji hemberî erîşên li ser axa Şengale pêş ketiye helwesta xwe wiha anî ziman: “Em weke civaka Êzidî erîşên pêş ketine şermezar dikin. Li hemberî erîşên dagirkeriyê em e her li ser piyan bin. Hikûmeta Iraq’e di nav van planan de cihe xwe digire. Dixwazin dîsa fermanêkî din bînin serê civaka Êzidî. Lê ew çiqas erîş bikin em e berxwedana xwe mezin bikin û em ji Şengale dernakevin. Bila Êzidî jî hemberî van erîşan bedeng nemînin û vegerin Şengale. Em bang dikin bila Êzidî vegerin ser axa xwe.”
 
'Êdî bes e!' 
 
Kinê Xidir li Wargeha Serdeşta çiyayê Şengalê dijî bal kişand ser êrîşan û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em wekî jinên Êzidî bang li hikûmeta Iraqê dikin û dibêjin êdî bes e. Divê hikûmet li hemberî êrîşan helwestek nîşan bide. Hemû kes jî dizanê ku hikûmeta Iraqê jm byşek vê planê ye û ji ber we bedeng dimîne. Di dema fermanê de jî zarokên me hatin qirkirin dîsa hikûmeta Iraqê bêdeng ma. Em dibêjin bila li hemberî van erîşan bedeng nemîne. Li dijî erîşan berpirsiyariya xwe pêk bîne. Di fermanê de bi hezaran keç û xortên me hatin kuştin û hatin revandin. Ji fermanê heta îro em li Serdeştê di konan de jiyana xwe didomînin û îro jî dewleta Tirk erîşê me dike. Heta roja îro jî hestiyên zarokên me li ber satiranê û gorên wan ne diyarin. Hikûmeta Iraqê jî heta niha bedeng maye û em dibejin ew jî berpirsiyare van erîşanê û em hikûmetê jî şermezar dikin. Saetekî çiyayê Şengalê bombebaran kirin. 4 şervanê me birindar bûn. Em dibêjin edî bese. Banga min ji bo Gelê Ezidi xwedî Şengalê derkevin û vegerin Şengale.”