Li Mahsertê şewat rez û baxçeyan dide berxwe û belav dibe

  • 13:42 16 Hezîran 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Şewata  ku li herêma Omeriya derket ji ber ba û germahiyê belav bû. Şeat li bejahiya Mahsertê berdewam dike. 
 
Li herêma Omeriya ya Mêrdînê  di 11'ê Hezraînê de şewat derketibû. Şewata ku derket ji ber bayê, li herêmên bejahî yên taxa Qesra Ahmedê, Qurdîsê û Darayê yên navçeya Artulkuyê û li taxên Cinata Miho û Cinata Hiso û li Xrabê Bava ku belav bû tîmên agirkujê bi hinceta şert û mercên herêmê mudaxele nekirin, welatiyên li herêmê şewat girtin bin kontrolê. Şewata ku ji ber bayê duh xwe gîhand navçeya Mahsertê li hin gundên navçeyê berdewam dike.  
 
Şewata ku hat diyarkirin li taxa Rişvanê berdewam dike, ji dîmenên ku hatin şandin diyar dibe ku rez û baxçeyên gundiyan zarareke mezin dîtine. Li gel ku şêniyên gund mudaxeleyî şewatê kirin jî ji ber germahiya zêde û bêderfetiyan nakeve bin kontrolê û her ku diçe belav dibe.