'Meşa demokrasiyê di roja duyem de ye'

  • 13:15 16 Hezîran 2020
  • Rojane
WAN - Di roja duyem a 'Meşa Demokrasiyê' de HDP'yiyên li avahiya Wanê hatin gel hevdu bi stranan govend gerandin. 
 
'Meşa Demokrasiyê' ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ku li dijî êrîşên li ser HDP'ê ber bi Enqereyê ve hat destpêkirin di roja duyem de dewam dike. Meşa ku ji du şaxan hat destpêkirin îro jî bi stran û govendan dewam kir. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar jî di nav de kesên di nava şaxa meşê ya Colemêrgê de îro gihaştin Wanê. 
 
Heyeta HDP'ê piştre bû sê 3 şax û çûn serdana rêxistinên sîvil ên civakî yên Riya Armûşê û Artemitê.