ÎHD: Mafê xwezayî yê HDP’ê tê binpêkirin

  • 12:59 16 Hezîran 2020
  • Rojane
ENQERE - Têkildarî astengkirina meşa HDP'ê de Navenda Giştî ya ÎHD’ê, bi lêv kir ku maf berî qanûn û pratîkên îdarê tên û wiha got:“Têkoşîna demokrasiyê meşrû ye û ne pêkan e ku bê astengkirin.”
 
Navenda Giştî ya Komeleya  Mafê Mirovan (ÎHD), derbarê astengkirina meşa HDP’ê ya di 15’ê hezîranê de li Edîrne û Colemêrgê dest pê kir de, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya bi sernavê “Ne pêkane ku meşa HDP’ê ya demokrasiyê ya li dijî darbeyê bê astengkirin” de wiha hat gotin: “Betalkirina parlamenteriya Leyla Guven, Mûsa Farîsogûllari û Enîs Berberoglû li dijî madeya 83 û 84’emîn a Qanûna bingehîne. HDP’ê jî li dijî vê yekê biryara meşê daye.”
 
‘Têkoşîna demokrasiyê rewa ye’
 
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Desthilatdariya siyasî, li dijî nijadperestiya cîhanê, tim daxuyaniyan dide. Lê li Tirkiyeyê, mafê herî xwezayî yê HDP’ê tê binpêkirin. Bi hinceta şewbê walîtiyan biryara qedexeyê girtin. Lê di encamê de Serokkomarê hemû bergirî ji holê rakirine û bi lez dest bi pêvajoya normalbatûnê hatiye kirin. Di encamê de ne pêkan e ku mafê xebatên siyasî û meş ên HDP’ê bên astengkirin û qedexekirin. Qedexekirina meşê yek ji pêkanînên xirab ê ‘dewleta polis e.’ Divê neyê jibîrkirin kum maf berî qanûn û pratîkên îdarî tên. Têkoşîna demokrasiyê rewa ye û ne pêkan e ku bê astengkirin.”