‘Wê çend rojên din baxçe hişk bibin’

  • 09:10 16 Hezîran 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Piştî Dêrik û Qoserê niha jî li gundê Nisêbînê ji aliyê DEDAŞ’ê ve ceyran hat birîn. Welatiyan bertek nîşanê rewşê dan û gotin: “Rojek din jî av û ceyran neyê wê baxçe hişk bibin.”
 
Saziya Belavkarî û Ceyranê ya Dîcle A.Ş (DEDAŞ) bi hinceta ku deyn nehatine dayîn ceyrana nêzî 40 gundên girêdayî Qoser û Dêrikê ya Mêrdînê birî bû û ev pirsgirêk hîna didome. Gund nêzî mehekê ne bê av û ceyranin û niha jî li Nisêbînê av û ceyran hatine birîn. Du roj berê (12’ê Hezîranê) li gundê Zorava ceyran hat birÎn. Welatiyan diyar kirin ku wê ji ber birîna avê baxçeyên wan hişk bibin.
 
‘Em her sal vê mexduriyetê dijîn’
 
Fatma Elnamur da zanîn ku ekîbên DEDAŞ’ê bi cendermeyan re hatine gund û ceyran û av birîne û got: “Ji ber ceyran tune av jî tune. Em her sal vê mexduriyetê dijîn. Bebekên me hene. Ji ber mal germe em sibehê heta êvarê di bin daran de rudinin. Ev du roje em nikarin baxçe av bidin. Em rojek din jî av nedin wê sebze û dar hişk bin. Tên dibêjin deyn heye û ceyrana bîrên avê dibirin. Ew jî têr nake ceyranên malê dibirin. Niha jî xwarina me ya di dolaban de rizya.”
 
‘Deynên ku dibêjin kes nikare bide’
 
Hasîna Kut a li heman gundî dijî jî got her sal bi heman pirsgirêkê re tên rû hev û got: “Ne ceyran heye ne av. Dibêjin deyn heye. Lê em xaniyan jî bifroşin em nikarin vî deynî bidin. Ji bo erd û geniman wisa deyn dinivîsin ku. Niha jî hatin ceyranên bîran birîn, yên malan birîn. Em çi jî bikin em nikarin van deynan bidin. Em ê di vê germê de wisa bijîn gelo? Em ne karin li malên xwe xwarinekê çêbikin ne jî dikarin runin.”
 
Hasînayê bang kir ku divê demildest çareseriyek bê dîtin.