'Dewleta tirk bi qutkirina avê zilmê li gelên Rojava dike'

  • 09:04 16 Hezîran 2020
  • Rojane
Dîcle Demhat
 
KOBANÊ - Hevseroka Miduriyeta Avê Xalîsa Hecî Ebd-El Qadir derbarê qutkirina çavkaniyên avê yên ji aliyê dewleta tirk ve wiha got:"Her çiqas dewleta tirk hewil dide çemên ku diherikin ser herêmên me qut bike û gel bê av, ceyran an jî çandinî bihêlê, her em ji gel re dibin alîkar û hewil didin bibin bersiva çareseriyê."
 
Bi salane ku dewleta tirk bi her awayî êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Di van demên dawiyê de li kêleka êrîşên çekdarî, derûnî, çandinî, guhertina demografiyê bi qutkirina avê jî şêweyê êrişên xwe zêdetir dike. Piştî êrişên li ser Serêkaniyê ava Stasyona Elokê ket destên dewleta tirk û komên girêdayî wê. Ava Stasyona Elok a Serêkaniyê ku ber bi Til Temir û Hesekê ve diherike, her dem ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê tê qutkirin. Ji destpêka meha gulanê de ava çemê Firatê jî ji aliyê dewleta tirk ve hatiye kêmkirin. Gelek bedendavên herêmên Bakur u Rojhilatê Sûriyeyê li ser vê avê ne, lê ji ber kêmbûna avê bajarên ku ceyrana xwe ji van bendavan pêde dikin, gelek caran bê ceyran dimînin. 
 
Her wiha hemwelatiyên ku li ber  çemê firatê çandinî kirine jî ji ber sedema kêmbûna avê nikarin bi awayekî têrker çandiniya xwe bidomînin. Li gor agahiyên heyî bendavên ku li Bakurê Kurdistan yên li ser çemê Firatê tijî bûne û metirsiya teqîna wan bendavan zede ye. Ger deverên van bendavan bi awayekî kontrolkirî neyên vekirin û ev bendav biteqin wê bajar û gundewarên li dora çemê firatê di bin avê de bimînin. Derbarê sîyaseta li ser avê tê kirin de Hevseroka Miduriyeta Avê ya Kobanê Xalîsa Hecî Ebd-El Qadir ji ajansa me re axivî.
 
'Jiyana li welatekî pirsgirêka avê lê heye zehmet e'
 
Xalîsa derbarê qutkirina ava Herêma Hesekê de, zehmetiyên jiyana bê av anî ziman û wiha got: "Weke ku tê zanîn niha em di demsala havînê de ne, di vê demsalê de dewleta tirk bi qutkirina avê gelê herêmê dike nava zehmetiyê mezin. Bi her awayî  şerê taybet li ser gelê herêmê dide meşandin. Yekem pêwîstiya jiyana mirovan av e. Welatekî ku xêr û bêrên wê pir be mirov pê ve tê girêdan, lê welatekî  ziwa û hişk tu nirxên jiyanê jî lê namîne. Dewleta tirk bi rêbazên şerê çekdarî hemwelatiyên van herêman neçarî koçberiyê dike. Yên bi rêya şerê çekdarî ji ser axa xwe nehatibin koçberkirin jî, niha jî bi rêya qutkirina avê dixwazin gelê herêmê neçarî koçberiyê bikin. Ji ber mirovahî hebûna civaka xwe li ber peravên avan dane avakirin. Gelê Serêkaniyê ku niha di kampa Waşûkanî de dijîn rastî gelek zehmetiyên jiyanê tên. Koçberiya ku jiyane ne bes e li kêleka wê dewleta tirk ava Hesekê jî qut dike. Rêbazê ku dewleta tirk bi kar tîne li derveyî ehlaq e."
 
'Dewleta tirk bi qutkirina avê zilmê li gelên Rojava dike'
 
Xalîsa qutkirina ava Firatê û zextên ku  li ser herêmê  tê kirin wiha anî ziman: "Wek ku te zanîn ava çemê Firatê di meha tebaxê de ji ber germahiya zêde kêm dibû. Lê belê niha  ava Firatê ji aliyê dewleta tirk ve hatiye kêmkirin. Qutkirina ava Firatê jî yek ji rêbazên şer û êrîşên dewleta tirk yên li ser herêmê ye. Dewleta tirk bi qutkirina avê zilmê li gelên Rojava dike. Her ku av kêm dibe bendav jî kar nakin, ava ku diherike qirêj e û nexweşiyan bi xwe re tîne. Ne tenê mirov ji kêmbûna avê zirar dibînin, di heman demê de xweza jî tê fetisandin. Ji xwe ji berê de ava vexwarinê ya ku ji çemê Firatê ji gel re dihate şandin dihate pakijkirin, lê belê piştî av kêm bûye em hîn zêdetir  avê pak dikin û paşê li gel belav dikin."
 
'Kêmbûna avê bandorê li ser çandiniyê dike'
 
Xalîsa  di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku tunebûna avê bandorên gelek neyînî li çandiniyê dike û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Aboriya herêmê li ser çandiniyê tê meşandin, dema av kêm dibe bandora xwe li çandiniyê dike. Gel neçar dimînin mazotê bikirin û avê ji bîran derbixin û zeviyên xwe av bidin. Em hewil didin ku kêmbûna avê bandorek zêde li ser gelê herêmê neke. Em hevîdar in ku gelê me avê li gor pêwistiyên xwe bi kar bînin. Heta ji wan tê avê li gorî derfetên heyî bi kar bînin û parastina xwezayê jî bikin.”