Li dijî êrîşên li ser Şengal û Mexmûrê şêniyên Hesekê daketin qadan

  • 08:49 16 Hezîran 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Bi dirûşmeya "Soza me tolhildan e" şêniyên bajarê Hesekê daketin qadan û êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.
 
Li dijî êrîşên li ser Qadên Parastina Medya, Mexmûr û Şengalê, gelê Hesekê herîkîn qadan û êrîş bi tundî şermezar kirin. Meş li ber dibistana Fewaz Çûlî dest pê kir, li kolanên Nasira derbas bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, cangoriyên azadiyê, alê Kongreya Star û pankartên bi nivîsa "Na ji dagirkeriya dewleta tirk re" û "Soza me tolhildane" hatibûn hildan.
 
Meş li ber navenda Qomîteya Şaredarî û Ekolojî a Kantona Hesekê veguherî mitîngê. Piştî deqeyek rêzgirtin Endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Hesekê Miyeser Hemo êrîşên dewleta tirk li ser Şengal û Mexmûrê şermezar kir û wiha domand: "Êrîşên li ser Şengal û Mexmûrê berdewama komploya ku li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ye, ew dixwazin demografiya herêmê bigohêrînin û dagirkeriya xwe berfireh bikin."
 
Piştî axaftina Miyaserê daxuyanî ji aliyê Hevserokê Kantona Hesekê Ebid El- Xenî Oso ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker bi çekên herî giran û balafiran êrîşî sivîlan dike, hem li herêmên me yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û îro jî li Şengal û Mexmûr e. Êrîşên ku têne kirin bêguman koployek li dijî gelên herêmê ye, dewleta Tirk dixwaze Împratoriya Osmanî bi komkujî û êrîşên xwe carek din zindî bike.
 
Em dagirkerî û êrîşên li ser Şengal û Mexmûr qebûl nakin, em li pişta gelê me yê Şengal û Mexmûrê ne. Em bang li gelê Başûr dikin ku bêdeng nemînin û li hember qirkirina Gelê Kurd serî hildin. Em bang li Rêxistin û saziyên mafê mirovan dikin ku rê li ber van komkujiyan bigrin."
 
Meş bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Şengal û Mexmûr", "Soza me tolhildan e" bi dawî bû.