Şêniyên Mexmûrê: Qanûnên navneteweyî binpê kirin

  • 08:44 16 Hezîran 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê li dijî êrîşan meşeke bi girseyî hat lidarxistin û di meşê de hat diyar kirin ku Gelê Kurd bi dayîna bedelên mezin roj bi roj pêşde diçe û hîn xûrtir dibe, lewma êrîşê hovane dikin û gotin: "Di êrîşan de tevahî qanûnên navnetewî tê binpêkirin. Hêzên berpirsyar, hêzên desthilatdar, hêzên xwe bi navê parastina mafê mirovan bi nav dikin û li beramberê êrîşan bertekek nîşan nadin û xwe ker û kor dikine."
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li di jî êrîşên ku li hemberî wargeh û Şengalê pêk hatî meşeke girseyî li darxistin. Meş li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pêkir û li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî bi dawî bû û li wê derê daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji hêla Hevaseroka Meclîsa Gel Çîçek Cengîz ve hat  xwendin.
 
Daxuyaniya ku hatî dayîn wiha ye: “Di şeva 14'ê hezîranê ango şeva borî firokeyên dewleta Tirk a faşîst di demjimêr 00:00’an de hem li ser wargeha Şehîd Rûstem Cûdî, hem jî li ser Şengala birîndar û Herêmên Parastina Medyayê bi dehan firokeyên şer bi awayekî hovane êrişekî berfireh pêkanîn. Di serî de em van êrişên hovane û dijminane yên li ser îradeya azad yê Gelê Kurd pêkhatî şermezar dikin û em tevahî raya giştî jî vedixwînin xwedî li erk û berpirsyariyên xwe yên mirovahî û wijdanî derbikevin dikin. 
 
Lîstokên qirêj didomin 
 
Ev êrîşên dewleta faşist yên bi armanca tunekirin û ji holê rakirina îradeya azad ya Gelê Kurd, ne cara despêkêye ne jî cara dawî ye ku êrîşên xwe tîne ser me de. Tekoşîna gelê me çiqas mezin dibe, çiqas pêşde diçe û çiqas ber bi jiyanekî birûmet ve rê distîne, dewleta Tirk a faşîst bi çavsorî û bi şêweyekî devlixwîn êrişên xwe zêdetir û berfirehtir dike. Ev êrişên dawî yên bi teknîka herî pêşketî li ser qadên sivîl lê jiyan dikin hatin pêşxistin, qelsî, tirsonekî û lewaziya dewleta Tirk dagirker eşkere raxistiye berçavan. Dijminên gelê Kurd li beramberî têkoşîna azadiyê û dostên kurdan ketiye tengasiyekî mezin û xetimînekî jiyan dike, lewma hikûmeta AKP û serkêşê çeteyan Erdogan ji bo bala gelên li Tirkiye jiyan dikin bikşîne ser aliyên din û temenê xwe dirêj bike, serî li rêbaz û leystokên qirêj û dijmirovî dide.
 
Êrîşê destkeftiyên kurdan dikin 
 
Êrişa şeva din li ser Gelê Mexmûrê, Şengalê û Herêmên Parastina Medyayê pêkhatî nîşaneya vê yekê ye. Divê tevahî Gelê Kurd yê li welat û derveyî welat jiyan dike baş bizane, armanca van êrişane ji holê rakirina tevayî destkeftiyên Gelê Kurd û ne pejirandina îradeya azad ya Gelê Kurde. Di pêvajoyên derbazbûyî de dewleta Tirkiye û hevalbendên xwe ji bo Gelê Kurd negihe îradeyeke azad û statuyekî negire, bi pêkanîna peymanên qirêj û bi xwe avêtina ber lingê hêzên desthilatdar û bi pêşkêş kirina tevahî nirxên gelê Tirkiye ji bo welatên Cîhanê, ketiye nava qirêjiyekî mezin û li pey dek û dolabên pir xetere. 
 
Tevahî zagonên navnetewî tê bin pêkirin
 
Li beramberî êrişên faşîzane yên dewleta Tirkiye, têkoşîna azadiya Gelê Kurd bi dayîna bedelên mezin roj bi roj pêşde diçe û hîn xûrtir dibe, lewma pir eşkereye wê êrişên hovane kû tevahî zagonên navnetewî bin pê dike berdewam bikin. Ya gelê me û gelên li rastî êrişan tê xemgîn dike û dilteng dike, bêdengiya hêzên berpirsyar, hêzên desthilatdar, hêzên xwe bi navê parastina mafê mirovan bi nav dikin û li beramberê êrîşan bertekek nîşan nakin û xwe ker û kor dikine. Gelo çawa dibe li pêş çavê tevahî cîhanê, li bin sêwana hikûmeta navendî ya Iraq, Hikûmeta Herêma Kurdistan û Neteweyên Yekbûyî dewleta faşist ya Tirk van êrişan pêktîne? Çima ev hêzane bêdengin û bertekên xwe nîşan nakin? 
 
Metirsiya qirkirinê didome
 
Weke gelê Mexmûrê em bi eşkere û zelal diyar dikin, bêdengî şîrîkahî û hevalbendiya êrişane, bertek nîşa nekirin û hesap nepirsîn piştgirî dayîna polîtîkaya dewleta Tirk ya tinekirina Kurdan û hevkariya berdewamkirina êrişên li ser Gelê Kurde. Weke gelê Mexmûrê em dixwazîn bêjîn, tenê şermezar kirin, tenê daxwiyanî dayîn têrê nake, ji ber ku niha jiyana gelê me di xeteriyê deye, metirsiya êrişan, metirsiya qirkirin û qetlîaman herdem û her deqîqe heye. Ji bo vê yekê pêwîste ev hêzên mijara gotinê û hêzên navnetewî yên piştgirî didin Tirkiye baş bizanin, ev êrişên hovane nayên qebûl kirin, her windahiyek, her êş û azarek ya gelê me bide û bikêşe, berpirsyariya wê li stûyê wane û ew şirîkê karasata li dijî gelê me pêkbêne. Divê êdî ji êrişên dijmirovî û li dijî zagonên navnetewî re bê gotin êdî bese, divê pêşî li êrişkariya Tirkiye û dijminahiya dewleta faşist were girtin, ji bo vê tevahî hêzên berpirsyar pêwîste rol û mîsyonê xwe bileyzin û gûh bidin gelê mazlûm û gelê bi maf yê azadîxwaz. 
 
Rêxistinên sivîl divê hestiyar bin
 
Herwiha em bang li tevahî Gelê Kurd, bi taybet gelê başûrê Kurdistan, partiyên siyasî, kesayetên navdar, rêxistinên civaka sivîl û derdorên hestyar dikin, li beramberî êrîşan li beramberê dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin, helwesta xwe zelal deynin holê. Ji ber kû êrîşên li ser Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastina Medyayê, li ser tevahî nirxên pîroz yên gelê Kurd û destkeftên bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin e. Êrîş li ser tevahî gelê Kurd li ser gelên azadîxwaze. Lewma pêwîste demildest gelê Kurd û partiyên siyasî ji bo yekitiya netewî bikevin nava hewldanan û dawî li qirkirinên tên pêkanîn werin. Heya em Kurd nebin yek deng û yek dest, emê herdem bindest bimînîn û emê li beramberê dijminên xwe lewaz û kêm bimînîn. 
 
Em teslîmkariyê qebûl nakin
 
Weke Gelê wargeha Şehîd Rûstem Cûdî em dûbare êrîşên hovane û dijminane şermezar dikin, biryardariya xwe ya domandina berxwedana rûmetê diyar dikin, wê êrîş me lewaz nekin, berovajî wê me bi hêz û me xûrt bikin. Emê dev ji doza xwe ya bi maf, pergala xwe ya alternetîf, ji têkoşîna xwe gihandina jiyana bi rûmet bernedin, emê çok daneynîn, emê serî ne tewênîn û em ê teslîmkariyê qebûl nekin. 
 
Dûbare em bang li Hikûmeta Navendî ya Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî dikin erk û berpirsyariyên xwe yên li beramberê gelê wargeha Şehîd Rûstem Cûdî bi cih bînin û rê li pêşiya êrişên dewleta nîjadperest ya Tirk bigrin. 
 
Bêdengî nayê qebûlkirin
 
Weke din em bang li tevahî Gelê Kurd, raya giştî, derdorên demokrat, mafperwer, saziyên mafê mirovan dikin li beramberê gelê Mexmûr erkê xwe yê wijdanî û mirovî bi cih bînin û bêdeng nemînin. Bêdengî û bê helwest mayîn, ji qirkirin û qetlîamanre derî hêlana vekirî ye, 12 hezar şênî hêlana bê parastin û ji mirinê re terikandine. Bê parastin hiştin û ji mirinê re terikandina gelê Mexmûrê û gelê me yê Êzidî yê di êrişa Daişê de bedelên pir giran dayîn û nû nû birînên xwe dipêçin, şerm û rûreşiyek ya tevahî mirovahiyê ye.”
 
Daxuyanî bi diruşmeyên wekî "Bimre tevahî hêzên êrîşkar û hevalbendên wan", "Bimre xiyanet û xwefiroşî",  "Bijî berxwedana gelê Mexmûrê û gelê azadîxwaz" û "Bijî Rêber Apo" bi dawî bû.