Li Şehba û Dêrîkê êrîşên dewleta tirk hatin şermezarkirin

  • 19:56 15 Hezîran 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê li Kantona Şehba û bajarê Dêrîkê meş hat lidarxistin.
 
Dewleta tirk duh şev bi balafirên şer êrîşî Qadên Parasina Medya, Mexmûr û Şengalê kir. Li dijî van êrîşan li Rojavayê Kurdistanê gelek çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Îşev jî li Kantona Şehba û bajarê Dêrîkê ya girêdayî Kantona Qamişloyê meşek girseyî hat lidarxistin. Di meşê de bi hezaran welatî amade bûn. 
 
Gelê Efrîn û Şehbayê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin
 
Gelê Efrîn û Şehbayê bi dirûşma "Artêşa tirk a dagirker Mexmûr, Şengal û Qendîlê bombebaran dike, li dijî qirkirinê rabin ser piyan" herîkîn qadan û êrîşên dewleta tirk ên li dijî  Başûrê Kurdistanê şermezar kirin. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, cangoriyên azadiyê û cangoriyên komkujiya Til Rifetê û pankartên bi nivîsa "Na ji êrîşên dagirkeriya tirk re","Êrîşên dagirkeriyê nikare vîna Gelê Kurd bişkîne" û "Bimrê îxanet, bijî yekîtiya kurdan" hatibû hildan. Meş ji nexweşxaneya Avrînê heta Wargeha Berxwedanê dewam kir. Gelê Wargeha Berxwedanê, çalakvan bi dirûşmên serkeftinê pêşwazî kirin. 
 
'Em li dijî êrîşan bêdeng namînin'
 
Piştî deqeyek rêzgirtin, Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Hesen Birko axivî. Hesen êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha got: "Dewleta tirk hemû herêmên kurdan armanc digire. Êrîşên wê li Efrînê dest pê kir heta Serêkanî, Girê Spî, Mexmûr, Şengal û Qadên Parastina Meydayê berdewam kir. Em van êrîşan bi tundî şermezar dikin û em dibêjin kes nikare vîna Gelê Kurd bişkîne. Ger îro em weke Gelê Kurd nebin yek, wê demê dewleta tirk ew ê bihêje armanca xwe. Em tu carî li hember van êrîşan bêdeng namînin wê bersiva me bibe tolhildan."
 
'Em ê serkeftina gelan bi dest bixin'
 
Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Hêvî Silêman jî êrîşên dewleta tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kir û wiha axaftina xwe bi lêv kir: "Armanca van êrîşan qirkirina Gelê Kurd e, lê em wek Gelê Kurd tune nabin. Em ê bi yekîtiya xwe li hember van êrîşan û siyaseta qirkirinê bibin asteng û serkeftina gelan bi dest bixin."
 
'Ev roj, roja serhildan û serxwebûnê ye'
 
Endama Desteya Revebir a PYD'ê Hediye Yûsif jî wiha got: "Her çiqas êrîş û pilanên dewleta tirk ên li ser Gelê Kurd mezin bibe jî, em ê projeya aşîtî û netewa demokratîk bi ser bixînin. Ev roj, roja serhildan û serxwebûnê ye, ji bo wê em ê li hember van kiryar û êrîşan lawaz nebin û wê dirûşma me ji bo serkeftinê têkoşîn be."
 
Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Mexmûr û Şengalê"bi dawî bû.
 
Li Dêrikê êrîşên dewleta tirk hatin şermezarkirin
 
Dewleta tirk bi  balafirên şer duh derengiya şevê êrîşî Herêmên Parastina Medya, Şengal û Mexmûrê kir. Ji bo şermezarkirina êrîşan bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê ya girêdayî Kantona Qamişloyê meşek li dar xistin. Di meşê de alê Kongreya Star û wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  hatibûn hildan. Meş ji qada azadî hat destpêkirin û li qada şehîdan rawestiya. 
 
'Ev êrîş li dijî hebûna Gelê Kurd e'
 
Çalakî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê li ser navê Meclîsa Bajarê Dêrikê Sahib Osman êrîşên dewleta tirk şermezar kir û got: "Êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên me ne cara yekem e, ev êrîş li dijî hebûna Gelê Kurd e. Êrîşên dewleta tirk berdewamiya êrîşên qirkirinê ye, lê Gelê Kurd qir nabe.  Banga me ji bemû hêzên Kurdistanê û ji her kesekî ku dibêje ez kurd im re heye ku rabin ser piyan û li dijî van êrîşan têbikoşin."
 
Meş bi dirûşma "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.