Koçberên Kampa Waşûkanî êrîşên dewleta tirk şermezar kirin

  • 17:25 15 Hezîran 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Bi dirûşma "Tolhildan soza me ye" koçberên Kampa Waşûkanî bi meşekê êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengal û Kampa Mexmûrê şermezar kirin.
 
Bi pêşengtiya Rêveberiya kampa Waşûkanî,  Kongreya Star û ciwanên Şoreşger ên Kampa Waşûkanî bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengal û kampa Mexmûrê  meşek li dar xistin. Di meşê de koçberên kampa Waşûkanî amade bûn. Her wiha di meşê de wêneyên cangoriyên azadiyê hatibûn hildan. Meş li ber navenda Meclîsa kampa Waşûkanî dest pê kir û li dêriyê kampê veguherî mîtîngê.
 
‘Yekîtî û berxwedan dê serkeftinê mîsoger bike’
 
Piştî deqeyek rêzgirtin Endama Rêveberiya Kongreya Star Sebah Bekir êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û wiha got: "Armanca dewleta tirk ew e ku Imparatoriya osmanî zindî bike û xaka Başûr jî dagir bike.  Bi yekîtiyê em ê bikaribin rê li ber dagirkeriya tirk bigirin."
 
'Yekîtî û berxwedan dê serkeftinê mîsoger bike'
 
Paşê Endamê Ciwanên Şoreşger Salar Hesekê bang li tevahî  cihanê kir ku rê li ber dagirkeriyê bigrin û got: "Êrîş li ser dîroka Kurdan tê kirin, dewleta tirk dixwaze civaka Êzîdî qir bike, cara yekem çeteyên DAIŞ’ê bi destekdayîna dewleta tirk êrîş kir îro jî bi rûyê xwe yê eşkere carek din êrîşî Şengalê dike. Li hember van kiryaran yekîtî û berxwedan dê serkeftinê mîsoger bike."
 
Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Mexmûr û Şengalê" bi dawî bû.