Jinên Filistînî bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê dan

  • 17:24 15 Hezîran 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -  Wekqfa Newroz û ya Jinên Filistînê li Beyrûdê, bi daxuyaniyeke hevpar, êrîşên dewleta tirk şermezar kirin.
 
Wekqfa Newroz û ya Jinên Filistînê ku li Kampa Burc El- Beracîne ya li payitexê Lubnan Beyrûdê ye, bi daxuyaniykeke hevpar êrîşên hewayî yên dewleta tirk ên li ser Mexmûr, Şengal, Qendîl û qada Bradostê şermezar kirin. Di peyama hevpar a ku li ser navê jinên girtî yên Filistînî ku li Israîlê girtî ne û li ser navê jinên din ên girtî hat weşandin de, hat diyarkirin ku divê girtî serbest bên berdan û bang li civaka navneteweyî hat kirin ku piştgiriyê bidin Şengal û Mexmûrê.   
 
Herwiha di daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku 13 sal e Zeynep Celalîyan a ku girtiya siyasî û ji aliyê rejîma Îranê ve bi îşkenceyê re rûbirû ye tê xwestin ku bê îrade bê hiştin.