Li Nisêbînê peyama têkoşînê hat dayîn

  • 17:23 15 Hezîran 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Di çarçoveya kampanyaya Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya bi dirûşma "Têkoşîna jinê li her derê ye" hatibû destpêkirin de jin li Nisêbînê hat gel hevdu û peyama têkoşînê ya li dijî tundiya mêr-dewletê dan. 
 
Di çarçoveya kampanyaya Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya bi dirûşma "Têkoşîna jinê li her derê ye" hatibû destpêkirin de jin li Parka Aştiyê ya Nisêbînê hatin gel hevdu. Polîsan park bi tomayan û wesayetên zirxî dorpêç kirin. Daxuyaniya jinan a ku hat xwestin li parkê bê dayin bi hinceta "qedexe" ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Piştî nîqaşên bi polîsan re jinan daxuyanî li avahiya HDP'ê ya Nisêbînê dan. Gelek jin, Platforma Jinê ya Şahmaranê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyanî bûn. Jinan qordeleyên xemrî hilgirtin û dowizên bi nivîsên "Têkoşîna jinê li her derê ye","Hevserokatî xeta me ya xemrî ye","Efûya îstismarê tune ye" hatin hilgirtin. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka HDP'ê ya Nisêbînê Hêvîdar Dinç hat xwendin. 
 
'Ew ê dengê me bilind bibe'
 
Hêvîdarê diyar kir ku li dijî tundiyê tedbîr nayên girtin û Peymana Stenbolê bi cih nînin û wiha got:"Tu îktidar nikare me ji têkoşîna me dûr bixe. Ew ê êrîşên AKP-MHP'ê nikaribe ji têkoşîna me re bibe asteng. Ew ê dengê me bilind bibe. Ew ê piştevaniya me ya bi jinê re mezintir bibe."
 
'Em ê li her derê xwe bi rêxistin bikin'
 
Hêvîdarê da zanîn ku ew bi kampanyaya xwe li dijî polîtîkayên AKP'ê derdikevin û wiha got:"Me wekî meclîsa jinê ya HDP'ê starta kampanyaya xwe ya 'Têkoşîna jinê li her derê ye' da. Em ê wekî meclîsa jinê li dijî qayiman, îstismar û zagona înfazê li berxwe bidin. Em ê li her derê xwe bi rêxistin bikin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.