'Divê hikûmeta Iraqê bêdeng nebe'

  • 16:26 15 Hezîran 2020
  • Rojane
ŞENGAL - Êrîşên li hemberî Wargeha Mexmûrê û Şengal pêk hatî ji hêla endamên TAJ'ê ve hat şermezarkirin û jinan destnîşan kir ku divê Êzidî xwedî li axa xwe derkeve û tifaqa xwe pêş bixe û gotin: "Divê hikûmeta Iraqê û dewletên navneteweyî bêdeng nebin."
 
Balafirên şer ên Tirkiyeyê nîvê şevê Wargeha Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûrê) û Şengal bi awayekê hemwext bombebaran kirin. Êrişa li Mexmûrê 40 deqeyî dewam kir. Piştî bombardûmanê jî balafirên keşfê bi saetan li ser wargehê geriyan. Her wiha li Şengalê jî çiyayê Serdeştê, dora nexweşxaneyê, Gelîyê Şîlo, Gola Simoqiyan hat bombekirin. Di encama bomberandinê zirareke madî pêk hat û zewiyên welatiyan şewitî. Her wiha sivîlek birîndar bû. Endamên Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) êrîşên pêk hatî şermezar kirin. 
 
Endama Meclîsa TAJÊ Xoxê Cindo, di despêkê da axaftinên xwe de bal kişand ser êrîşên ku pêk hatî û got: "Şew êrîşê konên welatiyên Şengalê kirin. Bi berxwedanê Şengal ji DAÎŞ'ê rizgar bû. Bila Erdogan û hevkarên wê baş bizanibin ku em Şengalê terk nakin. Dayikên berxweder ji firoke tirk û Erdogan natirsin. Em ji gef û siyaseta Erdogan natirsin. Bi sedan malên me li başûrê Kurdistanê hene divê ev vegerin ser axa Şengalê. Em ê her tim li ber xwe bidin û em ê rastiyê jî her tim bêjin. Em tu carî teslîm nabin."
 
Silala Qasim jî di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşan û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em wek jinên Êzidî êrîşa ku pêk hatî şermezar dikin. Ne tenê li Şengalê her wiha li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî êrîş pêk hat. Ev êrîş ne cara yekem e pêk tê. Dewleta tirk her carê Şengal û Mexmûrê dike hedef. Em dixwazin Êzidiyên ku di fermanê de çûn bila bên ser axa xwe. Heke gel vegere ser axa xwe vê demê dê êrîş jî kêm bibin. Em hikûmeta Iraqê û dewletên navneteweyî jî şermezar dikin. Ji ber ku li hemberî êrîşan bêdeng in. YBŞ'ê axa me diparêze. Hewceye civaka Êzidî bi îttîfaqê heye."
 
Li dijî êrîşan îro di saet 17.00'an de dê meşek li nehyaya Sûnûnê bê lidarxistin.