'Em Mexmûrî li dijî êrîşan serî natewînin'

  • 15:41 15 Hezîran 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Balafirên dewleta Tirk duh bi şev demjimêr 00:00’an de wargeha penaberan a Mexmûrê bombebaran kirin. Balafirên ku Mexmûrê bombebaran kirin di heman demê de Şengal û heremên parastina medyayê jî bombebaran kirin.
 
Balafirên dewleta tirk duh  bi şev demjimêr 00:00’an de wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmur), Şengal û heremên parastina medyayê û Biradostê jî di nav de bombebaran kirin. Di dema bomberdûmanê de welatî bi girseyî ber bi cihê bûyerê ve çûn. Di wan kêliyan de li ser rêya ku welatî diçûn balafiran bombe barandin. Hêjayî gotinêye ku balefirên şer ên dewşeta tirk di 6’ê Kanuna 2017,13’ê Kanuna 2018,18’ê Tîrmeha 2019,15’ê Nîsana 2020’an de jî herêm bobebaran kiribû û herî dawî careke din 15'ê Hezranê şeva din balafiran careke din bombe li ser Mexmûrê barandin. Jinên Wargeha MexmurÊ êrişên dewleta Tirk şermez kirin û gotin:” Em serî li hemebrî tu cureyên êrîşan natewînin.”
 
‘Em ji 7 salî heta 70 salî  li ser piyan e’
 
Jina bi navê Xatun Demîr êrişên dewleta tirk ên bi balafirên şer şermezar kir û got:”Balafirên dewleta tirk a dagirker şevêdin êrişî wargeha ku hemu jin,zarok û sivîl lê ne kir, em vê êrişê şermezar dikin. Em beriya 25 salan ji ber êrişên dewleta tirk ya faşît koçberî vir bun, lê li vir jî zilim û zordariya wan berdewam e. Em ji 7 salî heta 70 salî li hemberî dewleta tirk li ser linga ne. Em weke şêniyên wargehê bi dil û can, yek rih,yek fiki in û bila bizanin ku em belav nabin. Ger ku rayedarên herêmê û yên Iraqê destûr nedana wê tu kesî êrîşî wargehê nekira.”
 
‘Bila sazî û dezgehên navneteweyî destûrê nedin’
 
Jina bi navê Rehîma Çelî jî nerazîbuna xwe ya derbarê  bombeberana dewleta tirk ya li ser wargehê anî ziman û got:” Ez êrîşa ku şevî din ji aliyê dewleta tirk ve hat kirin şermezar dikim. Ez bang li tevahî Cîhanê,saziyên navneteweyî yên mafêm mirovan dikim ku Tirkiyeyê hişyar bikin û van êrîşan li ser me bidin sekinandin. Em çawa ku di salên 90’î de ji ber zilma dewleta tirk koçî Başur bun niha jî dewleta Tirk bi hevkariya hukumetan û hukumeta Navendî ya Îraqê hevpar êrîşî gelê sivîl dike.”
 
‘Em tucarî serî li hember dijmin natewînin’
 
Wesîle Bilêcanî jî di derbarê êrişên dewleta tirk wiha axivî:” Êrîşa ku nîvê şevê li ser wargeha me kirîn êrîşeke hovane ye. Ev 26 salin em di bin serweriya axa Îraqê de dijîn.  Lê bi hevkariya wan dewleta Tirk êrÎşî me dike. Ji xwe ev nêzî salekê ye ambargo û dorpêçek li ser gelê wargehê heye. Li beranberî vê jî êrîşên dewleta tirk berdewam dikin. Em van bûyer û êrîşan dubare şermezar û lenet dikin û em gelê wargehê tu caran serî li hember dijmin natewînin.”