'Em xwediyê vê axê ne, em ê bi ser kevin'

  • 15:00 15 Hezîran 2020
  • Rojane
Berçem Cûdî / Dicle Demhat
 
KOBANÊ - Jinên ji Kantona Kobanê li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê bertek nîşan dan û gotin: "Êrîşên Tirkiyeyê kîn û bê exlaqiya wan ya li hember Gelê Kurd nîşan dide. Em xwediyê vê axê ne, em qir nabin û em roj bi roj bi hêztir dibin." 
 
Di saet 00:00'ê şevê din de balafirên şer yên dew leta tirk Wargeha Penaberan a Rustem Cûdî (Mexmûr), qadên Parastina Medya, Şengal, gundên wê û nexweşxaneya Serdeştî bi dijwarî topbaran kir. Her wiha tîmên rizgarkirinê yên ku hewil didan alîkariya birîndaran bikin hatin hedefgirtin. Di vê çarçoveyê de jinên ku tevlî meşa şermezarkirinê bûne nêrînên xwe parve kirin.
 
'Em xwediyê vê axê ne, em ê bi ser kevin'
 
Jina bi navê Emîne Mustefa êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha got: "Kombûna me ji bo piştgiriya berxwedana Şengal û Mexmûrê ye, her wiha ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser herdû herêman e. Dewleta tirk piştî ku Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê dagir kir, niha jî êrîşên xwe li ser Başûrê Kurdistanê ranawestîne. Tirkiye dixweze ku Gelê Kurd qir bike, va ye gelek herêmên me di bin dagirkeriya wan de ye, lê em hîna li ser lingên xwe ne û li ber xwe didin. Loma em tune nabin û dawiya me jî nayê."
 
'Topbarana nexweşxaneyê bê exlaqî û bê mirovî ye'
 
Her wiha Endama Desteya Tendirustî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Firayl Elo di derbarê hedefgirtina nexweşxane û tîmên lezgîn şermezar kir û wiha got: "Topbarana li ser nexweşxaneyê û hedefgirtina tîmên lezgîn, kiryarên bê wicdan û bê exlaqî ne. Di nexweşxaneyê de zarok, jin, mêr, pîr û kal hene, gelo Erdogan çi sûdê ji qetilkirina van kesan digire. Dewleta tirk bi van kiyaran careke din ji me re îsbat kir ku ew dewleteke wiha ye exlaqê xwe firotiye. Her wiha hedefgirtina tîmên lezgîn jî em bi tundî şermezar dikin, wan tîman hewil didan ku sivîl û birîndaran rizgar bikin, lê faşîzma tirkiye êrîşeke wiha dikir ku tu kes ji topbaranê rizgar nebe. Di tevahî zagonên navneteweyî de armancgirtina  beşên tendirustî qedexe ye, lê dewleta tirk di tevahî êrîşên xwe de hemû zagonên mirovî û neteweyî binpê dike. Ka kê/kî yê hesap ji dewleta tirk bixwaze?"
 
'Em ê li dijî dagirkerî û îxanetê serî hildin'
 
Jina Ciwan Gûlan Samsûr diyar kir ku PDK Û ENKS hevkariya Tirkiyeyê dike û wiha got:  "Ev êrîş ne cara yekemîn e ku pêk tê, lê bila dewleta tirk bizanibe ku bi ciwantiya me mabe em nahêlin dagirkeriya xwe li ser Kurdistanê berfireh bike. Dewleta tirk bi salane ku bi hemû hêz, tank û topên xwe hewil dide me tune bike. Lê encam çi ye, em roj bi roj bi hêztir dibin, em li vir in û vîna me xurt e. Ji ber vê banga min ji tevahî ciwanên Kurdistanê re heye ku li dijî dagirkeriya dewleta tirk serî hildin. Her wisa divê ku em bi lez yekrêziya Kurdî ava bikin da ku em bikaribin ji dagirkeriyê re sînor deynin. Lê mixabin ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê bê deng mane, ev yek hevkariya PDK'ê û ENKS'ê ya bi tirkiyeyê re şênber dike."