‘Divê kurd yekitiya xwe ava bikin û van êrîşan vala derxînin’

  • 14:28 15 Hezîran 2020
  • Rojane
AMED - Jinan bertek nîşanê êrişên li ser Mexmûr, Şengal û Qendîlê ku nîvê şeve ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyeyê pêk hat dan û gotin ku divê kurd bi yekitiya xwe van êrîşan vala derxînin. 
 
Balafirên şer ên Tirkiyeyê, şevê din saet di 00:00’an de êrîşî Şengal, Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) û Qendîlê kirin û bi awayekî hemwext bombebarandin pêk anîn. Êrîşa li dijî Mexmûrê 40 deqeyan berdewam kir. Şêniyên kampê hewl dan bi konvoyekê xwe bigihînin qadên hatine bombekirin, lê belê balafirên şer bombe li rêya konvoyê jî barandin. Li gorî agahiyên destpêkê yên ji çavkaniyên xwecihî yên li Kampa Mexmûrê hatin wergirtin, di bombardûmana giran a  balafirên şer de tiştek bi kesî nehat, lê belê zeviyên ku sivîlan ji bo çêrandina heywanên xwe bi kar dianîn şewitîn.
 
Li Şengalê jî navçeya Xanesorê û her wiha nexweşxaneya Serdeştê hedef hat girtin. Hat zanîn ku di encama bombebarana dewleta tirk de gelek sivîl birîndar bûne, lê derbarê birîndaran de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.Jinan bertek nîşanê van êrîşên topyekûn dan û destnîşan kirin ku ew êrîşan qebûl nakin.
 
‘AKP kengê bikeve tengasiyê êrîşî kurdan dike’
 
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya Amedê Remzîye Tosun êrîş şermezar kirin û wiha got: “Şêniyên Mexmûrê ku di salên 90’î de ji ber êrîşên dewleta tirk koç kirin û li Mexmûrê bi cih bûn ji êrîşan rizgar nebûn û êrîşên li ser wan berdewam dikin. Em vê helwesta Tirkiyeyê dikarin bi dijminantiya li hember kurdan pênase bikin.  Armanca wan êrişan qirkirina sivîlên li Mexmûrê ye. Hikûmeta AKP'ê  kengî dikeve tengasiyê êrîşî Gelê Kurd dike. Rewşa Şengalê jî ji ya Mexmûrê cudatir nîne. Şêniyên Şengalê ku bi êrîşên DAÎŞ'ê  re rûbirû man di encama êrîşan de  bi hezaran mirov hatin qetilkirin. Bi hezaran jin û zarok hatin wendakirin. Niha dîsa jî bi feraseta DAÎŞ’ê êrîş tên kirin. Pêwist e ku îro hemû kes li dijî wan êrîşan bertekên xwe bîne ziman.”
 
‘Em wan êrişan qebûl nakin’
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Seval Gulmez jî êrîş şermezar kirin û diyar kir ku bêdengiya li dijî wan êrîşan sûcê mirovahiyê ye û got: “Hemû cîhan êrîşên li ser kurdan tên kirin temaşe dike û bêdengiya xwe diparêze.Ev êriş ne tenê li ser Gelê Kurd tenê tên kirin, di heman demê de li ser Rojhilata Navîn jî tên kirin û ev bêdengî helwesta dewletên ya li ser gelê Rojhilata Navîn jî diyar dike. Dewletan li Rojhilata Navîn li şûna şert û mercan demokratîk bikin, şer û qirkirinê li herêmê pêşve dibin. Li hemberê wan êrişan bêdengiya dewletên navneteweyî, sazî, partî û mirovan sûc e. Gelê Kurd û yê Rojhilata Navîn çi bibe bila be wê rêveberiyek demokratîk û jiyanek hevpar bi hev re ava bikin. Şêniyên Şengalê ne biyaniyên van êrîşan e, berê jî êrş li wan hatibû kirin lê tucaran li hember êrîşan serî netewandine.”
 
‘Bila kurd bi yekitiyê êrîşan vala derxînin’
 
Rêvebera Mebya-Der’ê Meryem Soylu jî êrîşên li ser Şengal, Mexmûr û Qendîlê şermezar kirin û bang kirin ku bila kurd êdî dest bidin dest hev û bi yekitiya xwe êrîşên serdestan vala derxînin.  Meryemê wiha axaftina xwe berdewam kir: “ Êrîş dijmirovî û bê ehlaqiya wan didin nîşandan û bi êrîşên li ser kurdan dixwazin serweriya xwe berdewam bikin.. Em van zilm û êrîşên topyekûn qebûl nakin, şermezar dikin. Divê kurd  vê zilmê qebûl nekin. Pêwist e ku dest bidin hev û van êrîşan bi yekitiya xwe vala derxînin. Armanca wan ew e ku kurdên ku ewqas berdal dan e bi zext û zordariyê çavên wan bitirsînin. Lê bila bizanibin ku kurd tu carî li hemberê êrîşên wan serî natewînin.”
 
'AKP astengiya li hemeber aştiyê ye'
 
Parlamentera DHP'ê ya Şirnexê Nûran îmîr jî bertek nîşanî êrîşan da û wiha got: "Ev êrîş têkçûna AKP'ê ne û dijmanan tiya li dijî krudan nîşan didin. AKP kujerê jin û zarokên li Şengal û Mexmûrê hatine qetilkirin e, astengiya li dijî aştî û yekitiya li Rojhilata  Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê ye."