Li Qamişlo û Helebê êrîşên dewleta tirk hatin şermezarkirin

  • 13:59 15 Hezîran 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Qamişlo û Helebê êrîşên dewleta tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê bi meşan hat  şermezarkirin.
 
Balafirên şer ên dewleta tirk duh derengiyê şevê êrîşî Herêmên Parastina Medya, Şengal û Mexmûrê kir. Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk li bajarê Qamişlo û Helebê meşek girseyî hat lidarxistin û êrîşên dewleta tirk bi tundî hat şermezarkirin. Her wiha di meşan de bi hezaran şênî amade bûn.
 
Welatiyên Qamişloyê êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin
 
Balafirên şer ên dewleta tirk duh şev di saetên derengiya şevê de êrîşî Qadên Parastina Medya, Mexmûr û Şengalê kirin. Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk şêniyên bajarê Qamişloyê bi dirûşma "Em êrîşên dewleta tirk ên faşîst ên li ser Gelê Kurd li Şengal, Mexmûr û çiyayê Kurdistanê şermezar dikin" meşek girseyî li dar xistin. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alê Kongreya Star  û pankartên bi nivîsa "Berxwedana Gelê Kurd wê faşîzma Tirkiyeyê têk bibe", "Em xwediyê vê axê ne, Erdogan dagirker e û pêwist e were darizandin" û "Ax û rûmeta xwe biparêze dagirkerî û DAIŞ'ê têk bibe hatibûn hildan. Meş ji çerxerêya Şerqî dest pê kir heta çerxerêya Sonî berdewam kir. Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin axaftin hatin kirin. 
 
'Kes nikare me qir bike'
 
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)Ayşe Hiso êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got: "Li dijî van êrîşan hikûmeta Bagdatê û hikûmeta Hewlêrê  bêdeng e, em jî dibêjin bêdengî di xeta azadiyê de îxanet e. Hikûmeta Başûr dihêle ku Tirkiye êrîşî Mexmûr û Şengalê bike ew jî xuya dike ku îro hûn hemû hevkarên DAIŞ'ê ne. Dewleta tirk ji bo tola DAIŞ'ê hilde  êrîş dike û beramberî vê bêdengiyek mezin heye.  Xeta ku îro em dişopînin xeta demokrasî û wekheviyê ye, ji bo ku em laikê vê berxwedanê bin em ê her li ser piyan bin. Em Şengal in, Mexmûr in, Başûr in, Bakur in, ji ber dijmina me, îro me kirin çar parçe, lê şehîdên me Kurdistanê kirin yek parçe, ji bo wê kes nikare me qir bike. Sedsala 21'an wê bibe sedsala netewa kurd. "
 
'Berxwedan jiyan e'
 
Endama Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Qamişlo Xaliye Necar jî êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha pê de çû: "Îro li Başûrê Kurdistanê dewleta tirk bi zihniyeta qirkirinê tev digere, lê berpirsiyariya van êrîşan dewletên navneteweyî û hikûmeta Başûrê Kurdistanê ye. Wek tevgera jin li Rojava bangawaziya me ji rêxistinên jinên cîhanê re heye ku hemû jin rabin ser piyan û li qadan bin. Kesên ku îro radibin û di nava çalakiyan de ne û êrîşên dewleta tirk a faşîst şermezar dikin em wan  silav dikin. Em ê şopdarê şehîdên xwe bin û em dibêjin berxwedan jiyan e." 
 
Meş bi berzkirina dirûşman bi dawî bû. 
 
Gelê Helebê êrîşên li ser Mexmûrê û Şengalê şermezar kirin
 
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Qadên Parastina Medya, Mexmûr û Şengalê şêniyên bajarê Helebê ya taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê meşek li dar xistin. Meş ji pêşiya jêrzemîn a Yasîn dest pê kir. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartê bi nivîsa "Na ji qirkirinê na ji dagirkeriyê re" hatibû hildan.
 
'Gelê Kurd berxwedêr e'
 
Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê Kurdên Êzîdî Suad Hiso êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha got: "Em êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê bi tundî şermezar dikin. Ev êrîş ne ya yekemîn e, dagirkerî her dem bi rengekî hov êrîşî Gelê Kurd dike. Armanca dewleta tirk qirkirina Gelê Kurd e, lê Gelê Kurd qir nabin. Em wek gel berxwedêr in û teslimkariyê qebûl nakin." 
 
'Tu kes nikare vîna Gelê Kurd bişkîne'
 
Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Helebê Nehile Mistafa jî êrîşên ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û wiha axaftina xwe bi lêv kir: "Dewleta tirk bi hovitiyek mezin êrîşî kurdan dike, dîroka tirkan bi dagirkerî û komkujiyan tijî ye. Her wiha îro armanca dewleta tirk qirkirina Gelê Kurd e, lê em tune nabin û tu kes nikare vîna Gelê Kurd bişkîne, ji ber îrade û berxwedana me ji êrîşên dewleta tirk bi hêztir e."
 
Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana gelê Mexmûr û Şengalê" bi dawî bû.