Ji saziyên Êzidiyan bang: Li dijî êrîşan rabin ser piyan

  • 13:44 15 Hezîran 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî êrîşên li hemberî Şengal û Mexmûrê saziyên civakî ên Êzidî yên li Ewropayê daxuyaniyek dan û gotin: "Li dijî êrîşan em bang civaka Êzidî û dostên xwe dikin li dijî êrîşan rabin ser piyan."
 
Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ), Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan (NAV-YEK), Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), Yekîtiya Êzidiyên li Sûriyeyê (YÊS), Hevgirtina Ciwanên Êzidî (HCÊ), Navenda Çanda Êzidxanê (NÇÊ) û Koordînasyona Meclîsên Gundên Êzidiyên Bakurê Kurdistanê (KMGÊBK) têkildarî êrîşên li hemberî Şengal, Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) û Qendîlê daxuyaniyeke hevpar weşandin.
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hikmeta faşîst siyaseta xwe ya tunekirinê, bi qirkirina fîzîkî û çandî dixwaze bi encam bike. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Bi taybetî li dijî civaka me ya Ezidî ev êrîş tên wateya ragihandina dijminatiyê li ser bingeha berdewamiya hişmendiya çeteyên DAÎŞ'ê. Bi ti awayî faşîzma AKP û MHP hebûn û azadiya Êzîdiyan tehemul nekiriye û nake. Bi hemû awayan hewl didin civaka Êzidî ku bi rûmeta xwe ve girêdahî ye û di vegera cîh û warê xwe bi israr e, bi van êrîşan bide çewisandin. Erka me jî ew e ku em bi hêz, xîrêt û tifaqa xwe li dijî vê faşizmê berxwedanê mezin bikin û vê faşîzmê têk bibin. Li ser vê bingehê bi taybetî îro di saet 17:00 de li seranserê cîhanê li hemû navendên Ewropayê-Elmanyayê çalakî bên lidarxistin.
 
Em bangawaziya civaka Êzidiya û dostên civaka me dikin ku bi hemû hêza xwe derbikevin qadan û têkoşîna xwe ya demokratik a xîretê û ji bo azadiyê xurt û geş bikin."