Pervîn Buldan: Meşa me ya demokrasiyê dê bidome

  • 13:25 15 Hezîran 2020
  • Rojane
EDÎRNE - "Li Dijî Darbeyê Meşa Demokrasiyê" a milê Edîrneyê destpêkir û Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan li Sîlîvriyê daxuyanî da û got: “Heta aştî, azadî û demokrasî were vî welatî wê meşa me berdewam bike.” 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, parlamenter, rêveber û pêkhateyên HDP’ê ji bo “Li Dijî Darbeyê Meşa Demokrasiyê” ya milê Edîrneyê ber bi Enqereyê ve bidin destpêkirin, li ber Navenda Danûsitendinê ya Sîlîvrî kom bûn. Beriya HDP’yî dest bi meşa xwe bikin, polîsan mudaxileyî welatiyan kiribûn û gelek kes binçav kirin. Polîsan her devera Edîrneyê dorpêç kiriye. Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan li Sîlîvrîyê daxuyanî da. 
 
Pervîn, da zanîn ku meşa wan li dijî darbeyê ye û wiha got: “Ev meş meşa demokrasiyê ye. Wê qet û qet nikaribin meşa me asteng bikin û gavên me paşve neavêjin. Em ne ewqas in. Em bi milyonan kes in. Lig elek bajarên Tirkiyê têketin û derketina bajaran li ser daxwaza îqtîdarê ji aliyê polîsan ve hatine qedexekirin. Biryara li dijî Qanûna Bingehîn in girtine. Ev biryar li dijî demokrasî û rewabûnê ye. Wê ev biryarên wê qedexekar nikaribin bibin astengiya me ya li cem gelê me. 
 
Heke van biryarên qedexekar negirtina wê îro bi milyonan û hezaran me ji Edîrnê oxir bikira. Li Edîrneyê nûnerên bi milyonan însan hene. Di serî de li Girtîgeha Edîrneyê û li gelek hepsên din îradeya bi milyonan însan parlamenter û hevşaredar girtî ne. Darbe li dijî partiya me pêk tînin. Meşa me ya îro jî li dijî vê darbeya wekîl û hevşaredaran e. Ev meşa me ji bo darbeya di serî de li dijî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û bi hezaran hevalên me ye. Ev meşa demokratîk e. Meşa li dijî girtinên neheq e. 
 
Ev meş tenê ne ji bo Fîgen û Selahattîn e. Ev meş di heman demê de ji bo siberojek demokratîk, aştiyane û azadî ya gelên Tirkiyê ye. Em dixwazin bi vê meşê azadî, aştî û demokrasiyê bînin û her kes bi hev re di nava jiyanek xweş de bijî. Divê ewqas ji Fîgen û Selahattîn û demokrasiyê û aştiyê netirsin. Ew îradeya bi milyonan kes in. Ev meş di heman demê de ji bo Osman Kavala ye. Ev meş ji bo milyonan însanên me ku AKP’ê wan feqîr kiriye û birçî hiştiye ye. Wê ev meş berdewam bike. Heta aştî, demokrasî û azadî were vî welatî wê ev meşa berdewam bike.”